Jinên Amedê ji bo Rojava alîkarî kom kirin
Jinên Amedê ji bo Rojava alîkarî kom kirin
Jinên Amedê ji bo Rojava alîkarî kom kirin
Saziyên jinan ên Amedê bi bîrxistin ku alîkariyên ji bo Rojava komkirin dê sibê bişînin Nisêbînê û wiha gotin: "Gelê Rojava yê ku li qada navneteweyî bi tenê hatî hiştin birayên me ne. Em têkoşîna birayên xwe yên j bo li ser axa xwe bi azad bijîn dayîn piştgiriya wê dikin."
Navenda Jinê ya Ekîn Ceren, Komeleya Jinê ya Ceren, Navenda Piştgiriya Jinê (KADEM), Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinê yên Amedê (DÎKASUM), Mala Jinê ya Kardelen, Navenda Şêwirmendiya Psîkolojîk û Perwerdehiyê (EPÎDEM), SELÎS û Kooperatîfa Jinê ya Rezan têkidarî alîkariyên ji bo Rojava hatin komkirin û sibê bişînin Nisêbînê li Komeleya Jinê ya Ceren civîna çapemeniyê li dar xistin.
Li sr navê saziyên jinan Berpirsiyara KADEM'ê Meltem Sayan daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê kurd li Suriyeyê li hemberî zilma Esed û çeteyan bi vîna xwe têkoşîn kir. Sayan, anî ziman ku gelê kurd û jinan ji bo rêveberiyên xwe yên xweser, ziman û çanda xwe têkoşîn da û wiha got: "Gelê Rojava yê ku di qada navneteweyî de bi tenê hate hiştin birayên me ne. Em piştgiriyê didin têkoşîna birayên xwe yên ji bo ku li ser axa xwe azad bijîn dayîn dikin. Em piştgiriyê didin alîkariyên ji bo Rojava hatin kirin û di 8'ê adarê de li Nisêbînê li hev tên dikin."