Jinên Êzidî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê tevî jinên Êzidî didome.

Li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 79’an de didome. Ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê hefteya borî çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger hatibû destpêkirin. Koma duyemîn ev çalakî dewr wergirt. Hefteya borî endamên PYD’ê ev çalakî dabûn destpêkirin û vê hefteyê jî endamên Meclîsa Jinên Êzidî yên di bin banê TAJÊ de ev çalakî dewr stendin.

Jinên Êzidî yên bi navê Cîhan Azîz, Qumrî Alkiş, Zerol Al, Fanûs Hesen, Zekîye Akan, Nûrê Alkiş û Songul Talay di çalakiyê de ne.

Jinên Êzidî piştî belavkirina belavok û agahdarkirina bi devkî çûn serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û çalakger Denîz Sûrgût jinên Êzidî pêşwazî kirin.

Nûrê Alkiş diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan kirine.

Alkiş got ku, “Em dixwazin bibin dengê Leyla Guven. Bi çalakiya xwe em dixwazin bêdengiya saziyên Ewropayê yên wekî CPT jî şermezar bikin. Em jinên Êzidî heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û faşîzm were hilweşandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wê civaka Êzidî jiyana bêyî Ocalan tu carî qebûl neke.”

SOZA ŞIKANDINA TECRÎDÊ Û BIDESTXISTINA STATUYA ÊZIDXANÊ

Çalakger û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku ev tecrîd di heman demê de li ser Şengal û Rojava ye. Koç got ku “Bi şikandina tecrîdê re wê statuya Rojava û Êzidxanê pêk were. Em ê bidin ser rêya rêheval Zekî Şengalî û rêhevalên din. Em sozê didin ku em ê tecrîdê bişkînin û statuya Êzidxanê pêk bînin.”