Jineke Afgan tola kurê xwe ji Talîbanê hilanî: 25 çekdar hatin kuşt

Jineke Afgan tola kurê xwe ji Talîbanê hilanî: 25 çekdar hatin kuşt

Jineke Afgan a kurê wê ji aliyê çeteyên Talîbanê ve hat kuştin, ji bo hilanîna tola kurê xwe çalakiyek lidar xist û di encamê de 25 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Jina Afgan a bi navê Riza Gul, piştî ku kurê wê ji aliyê komeke çekdarên Talîban ve hat qetilkirin, ji bo hilanîna tolê, bi hevjîna kurê xwe re rahişt çekê.

Riza Gul bi vê armancê, di nava vê hefteyê de li gundekî eyaleta Fereh a Afganîstanê avêt ser komeke çekdarên Talîbanê. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, ku piştî şerê 7 saetan 25 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Afganîstanê Sidîq Sikdqî ragihand ku ragihand ku Riza Gul komeke xwe ya jinan ava kiriye û li dijî Talîbanê dest bi serhildaneke girseyî kiriye.