Jinan li hember tundiya zilam ala îsyanê mor bilind kirin

Jinan li hember tundiya zilam ala îsyanê mor bilind kirin

Li Stenbolê di pêşengiya Platforma 25’ê Mijdarê de bi hezaran jinên herikîn kolanan li hemberî zilam, dewlet û DAIŞ’ê ji Tunel heta Qada Galatasaray meşiyan.

Bi hezaran jin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinê tevî baranê jî jiTunel heta Galatasaray meşiyan. Jinan ji zilam, dewlet û çeteyên DAIŞ re gotin bes e. Jinan li hember tundiya zilam ku ala îsyanê mor bilind kirin, diyar kirin ku wê li hemberî pergala baviksalar, kapîtalîst û paşverû serî netewînin.

Di meşê de wêneyên Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya ku hatin hilgirtin, pankarta “Em li hember tundiya zilam, dewlet û DAIŞ’ê di îsyanê de ne” hat vekirin. Jinan ku gotin, “ev jiyan a me ye” Cadeya Îstîklal bi rengê mor boyaxkirin.

Jinên hatin qada ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, di bin siya TOMA’yan de daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê Saniye Evren û Seher Çetîn bi Kurdî û Tirkî hat xwendin, jinan bi bîr xist ku li hember dijmintiya ku pergala kapîtalîst baviksalar  li hember bedena jinê pêk tîne li qadan in û gotin ku her cure tehekkuma AKP’ê ya li hember beden, nasname û keda jinê dixwaze pêk bîne red dikin.

Jinan diyar kirin ku wek jin wê li hember hovîtiya DAIŞ, serweriya zilam, komkujiyên li hember jinan û cinayetên nefretê têkoşînê bikin û li dijî tundiya dewlet û  DAIŞ’ê wê li kolanan bin.

Jinan piştî daxuyaniyê govend gerandin û sirûda Rojava gotin.