Jin li hember tundiyê diherikin qadan
Jin li hember tundiyê diherikin qadan
Jin li hember tundiyê diherikin qadan
Jinên li Amed, Wan û Mûşê derketin qadan bal kişandin ser berxwedana jinan a li Rojava.
AMED
Li Amedê jinan ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan meşa bi meşalê pêk anîn.
Li Amedê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û KESK'ê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan bi dirûşmeya "Ji xwişkên Mîrabal heta Sakîneyan em li Rojava Arîn in, Kader a sînoran nasnakin" û bi pankartên " Azadiya jinê Azadiya Şengalê wê çeteyên DAIŞ'ê hesab bidin." li ber avahiya KCD'ê kom bûn û heta ber avahiya AZC PLAZA'yê meşek meşaleyî li dar xistin. Li aliyê din kooperatîfa jinên Egîtîm Senê û gelek jinên din jî li ber avahiya Egîtîm Senê kom bûn û bi meşeleyan meşiyan heta ber avahiya AZC PLAZA’yê.
Her du komên ku piştî meşê gihîştin hev daxuyanî dan çapemeniyê. Sekretera Şaxa TUMBEL-SEN'a Amedê û berdevka jinan Gulîzar Guven daxuyanî xwend. Guven diyar kir ku Xwişkên Mîrabal ên ku ji bo azadiya welatê xwe têkoşiyan, di sala 1960'an de rastî destavêtina Komara Domîninkê ya faşîst hatin û hatin qetilkirin. Guven got ku ji bo domandina têkoşîna her sê xwişkan 25'ê Mijdarê wekî roja tekoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê hat îlankirin. Guven da zanîn ku ew tundiya li hemberî jinan tê kirin qebûl nakin. Guven wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di roja me ya îro de li hemû deverên cîhanê tundiya li ser jinan tê kirin jin wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Wekî ku hûn jî dizanin di roja me ya îro de li Kobanê jin li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa didin meşandin.” Her wiha Guven bilev kir ku berxwedana Arîn Mîrxan û şervanên YPJ'ê li Kobanê vînek mezin derxistiye holê û hêz daye hemû jinên Kurdistan û cîhanê.
Di çalakiyê de jinan bê navber dirûşmên; "Jin jiyan azadî”, "Ji bo jinên Kobanê hêzar silav", "Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Zilam dikuje dewlet diparêze” berz kirin
Piştî axaftin û daxuyaniyê hat gotin ku wê sibe di çarçoveya aktîvîteyên 25’êMijdarê d jin biçin Pirsûsê. Bang hat kirin ku wê sıbe saet 07.00’ê sibê jin li ber avahiyên DBP’ê yên navçe û bajêr û Lîseya Fatîh kom bibin.
SILOPIYAYÊ
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de endamên jin ên Egîtîm Senê li Kolana Hunerê meşek bi meşale li dar xistin. Jinan li Kolana Hunerê bi meşaleyan xelek çêkirin û her meşaleya hat pêxistin diyarî jinên hatine qetilkirin û yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin. Piştî çalakiyê li avahiya Egîtîm Senê sînevîzyona têkildarî komkujiya li hember jinan hat têmaşekirin.
WAN
Meclîsa Jinan a KESK’ê jî di çarçoveya Roja Têkoşîna li hember Tundiya li dijî Jinê meşeke bi meşale li dar xist. Jinên li ber avahiya KESK’ê hatin gel hev bi meşaleyan meşiyan. Piştî meşê jî li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî bi dirûşmaya, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
GIMGIM
Li navçeya Gimgim a Mûşê jî jin di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de hatin gel hev. Gelek jinên li ber avahiya DBP’ê ya Gimgimê hatin gel hev bi dirûşmên, “Bijî yêkîtîya jinan” “Bijî berxwedana YPJ” û “Jin Jiyan Azadî” meşek li dar xistin. Piştî daxuyaniyê Muzeyyen Işil a daxuyanî xwend got ku li hember her cure tundiya pergala serwer a zilam wê têkoşînê pêş bixin û bi rêxistinbûnê li hember derkevin.
ENQERE
Jinên endamên Halkevî jî bi dirûşma, “Jin tariyê ronî dikin” bi armanca şermezarkirina tundiya li hember jinê wê îşev li Kolana Konur heta sibehê nobetê bigirin. Bi şev saet 01.00’ê jî endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên ev demek eli Enqereyê hat avakirin, wê nobetê ziyaret bikin. Sibe saet 12.30’an jî wê jin tevlî civîna Koma HDP’ê bibin.