Jin li hember şîdetê meşiyan

Jin li hember şîdetê meşiyan

Bi wesîleya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hember Jinê li bajarê Franfurt ê Elmanya meşek hat lidarxistin.

Jinên Kurd ên li bajarên Frankfurt, Gießen û Darmstadt ên Elmanya dijîn bi wesîleya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinan meşek li dar xistin. Bi sedan jin beşdarî meşa li ber Îstasyona Trenê ya Navendî ya Franfurt bûn. Di meşê de pankartên, "Ji Şengalê heta Kobanê jin li ber xwe didin”, "Ji Qirkirina Jinê re bes e” û “Duh Rosa, Îro Sara! Bi Jina Azad re ber bi Civaka Demokratîk” hatin vekirin. Wêneyên jinên şoreşger Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Saylemez, Clara Zetkîn hatin hilgirtin.

Li ber strana Sê Jinên Azad şoreşgerên jin ên Kurd Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakîne Cansiz jî hatin bîranîn. Di meşê de dirûşmên, “Selefî ji Kurdistanê bicehimin!” û “Jin Jiyan Azadî” hatin gotin.

Li ser navê jinên ku hatin Qada Alte Oper berdevka Meclîsa Jinan a Amara axaftinek kir. Ji bo jinên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. Paşê sirûda “Ey Reqîb” hat xwendin.

Rêvebera Saziya Jinan, "Courage" Bernadette Leîdînger Beîerle jî li vir axivî. Beîerle di axaftina xwe de got, "Em ji bo civakeke ku jin wekhev bijî û neyê pelçiqandin têdikoşin. Lewma li gelek bajaran bi armanca destekkirina jinên li Kobanê li ber xwe didin û azadiya jinan em ê çalakiyan li dar bixin.”