Jin li Ewropayê li dijî tundiyê herikîn qadan
Jin li Ewropayê li dijî tundiyê herikîn qadan
Jin li Ewropayê li dijî tundiyê herikîn qadan
Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê, daketin qadan. Di çalakiyên li gelek navendên Ewropayê de, rêxistinên jinan ên biyanî jî cih girtin.
MARSÎLYA
Li Başûrê Fransa bajarê Marsîlayayê, bi wesîleya "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê" meşek hat lidarxistin. Di meşa bi şiyara "Ji qirkirina Jinê re na", "Ji Şengal heta Kobanê jin li ber xwe didin" hat lidarxistin de, femînîstên Fransayê jî amade bûn.
Meşa li ser banga Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê pêk hat, bi beşdariya 300 kesî li meydana Canebiere destpê kir. Jinan di çalakiyê de ji bo Kobanê û YPJ'ê dirûşme qîriyan û poster hilgirtin. Di belavoka hat xwendin de, tundiya li Kurdistan û tevahiya cîhanê li hemberî jinê tên kirin û sîstema baviksalariyê hat şermezarkirin û dowîzên bi nivîsa "DAIŞ jinan bi saxî dixe gorê" hatin hilgirtin.
Kolektîfa Meşa Jinê ya Cîhanê jî bi pankarta xwe beşdarî meşê bû, Partiya Komunîst û komên anarşîst jî di çalakiyê de cih girtin.
Li dû meşê, li meydana Vieux Portê mîtîngek hat lidarxistin. Meş û mîtîng bi axaftinên li ser navê Jinên kurd li Marsîlyayê û Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê, bi dawî bû.
DUSSELDORF
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê de, li bajarê Elmanya Dusseldofê meşek hat lidarxistin.
Ji bajarên Dortmund, Duisburg, Dusseldorf û Essenê jinê li ber stasyona trenê ya navendî civiyan. Di meşê de wêneyên Arîn Mîrxan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "DAIŞ ji Kurdistanê Bicehime", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Ji Ocalan re Azadî" hatin qîrîn. Dusseldorfiyan jî eleqeyeke mezin nîşanî meşê dan. Meşê heta ber Muzeya Hunerê ya Meydana Grabbeplatzê dewam kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, li ser navê Meclîsa Jinê ya Wuppertalê û Weqfa Utamara axaftin hatin kirni. Li dû axaftinan meş û mîtîng bi dawî bû.
ASTENGIYA LI PÊŞIYA ALA PYD'Ê
Di meşê de rewşa herî balkêş ew bû, ku polîsê Elman bêyî biryareke dadgehê, bêyî qanûneke di vî warî de, bi hinceta ku fermana polîsê krîmînal heye, nehişt girseya gel ala PYD'ê hilde. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç ev astengî wiha nirxand: "Ji aliyê siyasî ve diyare ku wê polîtîkayeke nû ya zextê li ser PYD'ê bê meşandin. Me ji parêzerên xwe pirsîn. Di vê mijarê de biryareke dadgehê nîne. DYA, Yekîtiya Ewropa û welatên YE bi awayekî fermî PYD'ê mûxatab digire. Bi awayekî fermî Hevserokê PYD'ê Salih Muslim dikin mêvan. Lê Elmanya dikeve nava helwesteke berevajî. Dibe ku di binê vê helwestê de planeke nû ya êrîşê ya li hemberî Rojava û lêgerîneke li aktorekî nû li gorî dilê wan hebe. Em ê li ser vê helwesta Elmanya rawest in."
NURNBERG
Li bajarê Elmanya Nurnbergê jî jin ji Ausseplatzê heta Maffeiplatzê meşiyan. Meşa ku ji aliyê Mala Gel a Medyayê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Yenî Kadin ve hat organîzekirin, bi hilgirtina wêneyên Arîn Mîrxan û qîrîna dirûşmên ji bo YPJ'ê dewam kir.
KOLN
Li bajarê Kolnê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê meş û mîtîngek hat organîzekirin. Ji Koln, Bonn, Aachen û Leverkusenê bi sedan jin beşdarî meşê bûn. Meşa ku saet di 14:00 de li Ebertplatzê destpê kir, li ber dêra dîrokî Domê bi mîtîngekê bi dawî bû.
ROTTERDAM
Li bajarê Hollanda Rotterdamê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê meşek hat lidarxistin. Jinên ji Binnenwegpleinê dest bi meşê kirin, li Gorte Kerkpleinê mîtîngek lidar xistin. Jinan tim û tim dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" qîriyan û stranên Kurdî gotin. Di çalakiyê de govend jî hat gerandin û ji bo Kobanê alîkarî hat komkirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanaê, jin li dijî tundiyê rabûn ser piyan. Jinên li Schwedenplatzê stand vekirin, li vir raya giştî agahdar kirin. Li ser navê Komeleya Jinên Kurd a Avesta Dîlan Amed li vir axivî diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd li hemberî sîstema kapîstalîst û serdest têdikoşe û bang li tevahiya jinan kir ku vê têkoşînê li her qadê mezin bikin.
Aktîvîsta mafên jinê Rahşan Kobanê jî diyar kir ku ew bi çalakiya xwe re tundiya mêr teşhîr û şermerzar dikin. Kobanê ragihand ku qîrîna jinê ya li hemberî vê bûye hêviyek û ev rewş jî di têkoşîna YPJ'ê de şênber bûye.