Jin li dorhêla tundiyê tên vegerandin

Jin li dorhêla tundiyê tên vegerandin

Ji Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati Melîke Keleş da xuyakirin ku dewlet stargehan ne li gorî bi hêzbûna jinê, berevajî li gorî esasê rewşa 'jinbûyînê' ya li nava malbatê û feraseta malbatê xurt dike, birêve dibe. Keleş got, "Qedexeyên li stargehên dewletê timî zêde dibin." Keleş diyar kir ku jinên dixwazin cihê bibin tên astengkirin û got, "Stargehên dewlet û hin şaredariyan her wiha navbeynkariyê dikin."

Li gorî bersiva Wezareta Edaletê ya ji pêşniyar pirsa Parlamentera DTP'ê Fatma Kûrtalan a di Tîrhema 2009'an de hat girtin, ji sala 2002'an heta sala 2009'an, qetilkirina jinan di dema desthilatdariya AKP'ê de ji sedî 1.400 zêde bû. Her wiha hat ragihandin ku di 9 mehin destpêkê yên sala 2009'an de 953 jin hatine qetilkirin. Jinên ku di bin navê qeza, xwekuştin, jehrîbûnê hatine qetilkirin, di nava vê hejmarê de nînin.

Di warê qetilkirina jinan de rewş ewçend metirsî ye, gelo di warê stargehên ku yek ji navgînên herî girîng ên têkoşîna li dijî tundiyê ye, rewş çiye?

Ji Weqfa Stargehên Jinan a Mor Çati Melîke Keleş, der heqê stargehan de bersiv da pirsên ANF'ê.

Di tundiya li dijî jinê de rewş çiye? Mînak rewşa serlêdanên ji bo Stargeha Mor Çati çiye?

Bi rêya telefonê yan jî bi awayê rû bi rû rojê herî kêm 10 jin ji ber tundiyê serî li Mor Çati didin. Tundî bêguman zêde dibe. Lê belê zêdebûna serlêdanên li Mor Çatiyê pêwendiya xwe bi rewşa Mor Çati ya li pêş çavan e û tê naskirin, heye. Tevî vê yekê, bi bandora spotên dewletê re, li Navendên Pêşîgirtina li Tundiyê (ŞONÎM) xeta 183 serlêdan tên kirin.

Lê belê di serlêdanan de kêmbûn nîne...

Belê, qet kêm bûn nîne, zêdebûn heye.

Tundiya li dijî jinê ewçend zêde dibe, gelo li stargehan rewş çawaye?

Femînîst, stargehan weke navgînek ji bo têkoşîna li dijî jinê dibînin. Di sala 1987'an de bi Kampanya li dijî Lêdanê re ji aliyê femînîstan ve yekemcar li Tirkiyê hat nîqaşkirin û hat rojevê. Ezmûna yekemîn a stargehê jî ji aliyê saziyên femînîst ve ket meriyetê; li Stenbolê Mor Çati, li Enqereyê Şêwirmendiya Jinê. Stargeh ji bo jinên ku ji nava tundiyê derketine mal û qadên demborî ye ku lê karibin di rewşeke bê tundî de bijîn, ji xwe re li ser jiyaneke nû bifikirin û alternatîfên jiyanê di ber çavan re derbas bikin. Pêwîste xebateke bi hêz û şêwirmendiyê ya ji bo jinên ji tundiyê derketine, esas bê girtin.

Dema li Stenbolê Mor Çati, li Enqereyê stargehên Şêwirmendiya Jinê hatin avakirin, hingî stargehên dewletê hebûn?

Na tinebû. Piştre Fatma Gîrîk dema Şaredara Şîşlî bû stargehek vekiribû.

LI TI STARGEHÊ CIHÊ QEDEXEYÊ NÎNE

Li stargehên dewletê rewş çiye?

Di demên dawî de dewlet der barê stargehan de gelek tiştan dibêje, qedexe, rêvebernameyan dixe navberê. Eger mirov li van pêkanînan temaşe bikin mirovê bibînin ku ev yek ne bihêzkirina jinê, rewşa 'jinbûyînê' ya li nava malbatê û feraseta xurtkirina malbatê esas digirin. Li ti stargehê cihê qedexeyê nîne. Jin ji xwe li dorhêla tundiyê di bin qedexeyan de jiyaneke îzolekirî jiyaye. Dema tê stargehên dewletê, heman tiştî bi zêdehî dijî. Li gorî agahiyên me ji jinên li stargehên dewletê man wergirt, her tişt qedexe ye: derketina derve qedexe ye, dema hûn dikevin hundir telefonên we yên destan, hemû navgînên we yên ragihandin tên desteserkirin. Ji xwe eger hûn dixebitin, deriyê stargehên dewletê li we girtî ye. Eger we serlêdana kar kiribin, hûn nikarin biçin hevdîtina kar. Ji bilî saetên diyar ên wezîfedaran destûra wê dane, hûn nikarin derkevin derve. Hemû astengiyên li pêşiya azadiya we, vê carê ji aliyê dewletê ve li pêş we tên danîn. Yek ji jinên ji stargeha şaredariyekê hat anî ziman ku li ser wan hatiye ferzkirin ji xebatkaran re 'Dayik' were gotin. Her wiha bi AKP'ê re gotina stargeh bû malên mêvandariyê.

LI PÊŞ AZADBÛYÎNA JINÊ ASTENGIYÊN NÛ

Nêrîna ku pêşî li van qedexeyan vedike çiye? Gelo ne ji ber fikara ewlekariya jiyanê ya jinane?

Ji bo jin azad bibe, bi hêz bibe, li ser lingê xwe raweste û ji xwe re jiyanekê ava bike, divê ev der bibin cihên demborî, lê belê berevajî vê yekê ev der bi mejiyekî din tê rêvebirin. Dema mirov li îdeolojiya AKP'ê binêrin, nuqteya ku ji xwe re bingeh dibîne bihêzbûna jinê nîne, bihêzbûna malbatê ye. Mînak dê sererastkirinên qanûnî yên dozên cihêbûnê zehmet dike, çê bike. Eger mêr nexwestibe, cihêbûn ji xwe zehmet e. Niha jî vê yekê zehmettir dikin. Hin stargehên ji aliyê dewlet û hin şaredariyan ve tên rêvebirin jî, ji bo vê navbeynkariyê dikin. Em girîngiyê didin kifşkirinê, ji ber jin di jiyana xwe ya di bin tundiyê de, di zewac û bihevrebûna xwe de gelek caran hewl daye li hev were û ji ber ku çare ji vê re nedîtine, serî li stargehan didin. Lê belê ev stargeh piştî demekê, ji bo bi mêr re li hev were her tiştî dike. Jinek ji ŞONÎM hat Mor Çatiyê anî ziman ku dema li ŞONÎM'ê gotiye ew dixwaze cihê bibe rêveber jê re gotiye 'Cihêbûn qedexe ye'. Li ser vê yekê jin neçar dimîne careke din li jiyana xwe ya tundiyê vegere. Jin bê alternatîf tên hiştin.

DIVÊ CIHÊ STARGEHAN VEŞARTÎ BIN

Divê pîvana stargehan çi be?

Stargeh bêguman divê bibe cihekî ewle ku jinên jiyana wan di xeteriyê de ne xwe lê ewle bibînin. Lê belê stargeh ne tenê cihên ku jinên xwedî rîska jiyanê ne xwe lê girtine. Tundiya mêr a di nava civakê de tiştekî gelekî rêxistinbûyî û bijarte ye. Lewma, mafê her jinê heye xwe bistirê û her jin eger bixwaze divê karibe li stargeha bicih bibin. Rîska ewlekariya jiyanê bi astengkirina azadiya jinan re hûn nikarin ji holê rakin. Navnîşana stargehan bêguman divê veşartî bin. Ev yek tedbîreke ji bo ewlekariyê.

Stargehên bi dahol û zirneyê hatin vekirin tê bîra min.

Rast e. 2-3 sal berê li bajarekî derveyî Stenbolê navê rawestgeheke otobusan stargeh bû. Divê cihê stargehan bi tenê ji aliyê jin û zarokên hatine û xebatkaran ve bê zanîn. Ji bilî nepenîtiyê, dema jinan xwe li stargehê girtin pêwîste der barê mafên xwe de bên agahdarkirin. Girînge biryara Parastinê û Qanûna Pêşîgirtina li Tundiyê û Parastina Malbatê werin vegotin. Divê der barê navgînên ku jin karibin xwe pê biparêzin, agahî bê dayîn.

DIVÊ ÎLEH NEYÊ RAGIRTIN

Ji bo jineke jiyana wê di xeteriyê de ye, divê kîjan rêbaz were bikaranîn?

Dema jineke jiyana wê di xeteriyê de ye xwe li stargehê girt, pêwîste plana ewlekariyê û analîza rîskê were kirin. Her jinek xwedî rîskekê be divê ji her yek ji wan re planên ewlekariyê yên cuda werin amadekirin. Dema derkeve derkeve çi dikare biqewime, dikare li çi rast were? Jin êrîşkar baş dinase, dema wî dibîne baş dizane dikare çi bike. Xebatkarê civakî pê re rûdinê û planekê derdixîne. Di çarçoveya vê planê de jin dikare jiyana li derve bijî; li kar bigere, biçe saziyên tenduristiyê, bi parêzer re hevdîtinê bike. Îleh ne neçare bê ragirtin. Di bin vê ragirtinê de gumana ewlekariyê nîne. Ji ber ku gelek rê û rêbaz tê destnîşankirin. Hin jin piştî lêgerînê ji aliyê stargehê ve tên qebûlkirin. Bi kurtasî divê du rê û rêbazên stargehan hebin; nepenîtî û bêtundî. Çi astengî li pêşiya azadiya jinê hebin divê navgînek welê were bikaranîn ku van astengiyan hemûyan ji holê rake.

'ZAROKÊ XWE BIHÊLE Û WERE'

Di têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê de bandora ŞONÎM'ê çiye?

Bi hatina ŞONÎM'ê re SHÇEK û navendên şêwirmendiyê bêbandor man. ŞONÎM sîstema yekderî û navendê ye. Tê xwestin hem stargehên ser bi wezaretê, hem yên ser bi şaredariyan û hem jî stargehên serbixwe bi ŞONÎM'ê ve werin girêdan. Armanca ŞONÎM'ê ew e ku bibe navendek û ji navendekê karibe dest li tevahiya stargehan werde. Stargehên serbixwe û navendên şêwirmendiyê yên mîna me, ji holê radike. Em li dijî vê derdikevin ji ber ku xebatên me yên serbixwe hemûyan ji holê radike. Her wiha eger jinek xwe li stargehê bigire û li gel wê kurê xwe yê ji 12 salî mezintir hebe, nayê qebûlkirin. Ji wê dayikê re tê gotin, "Kurê xwe bihêle û were". Zarokê ku ji nava jiyana tundiyê hatiye ji xwe hem mexdûr hem jî şahidê wê tundiyê ye. Dayik ya kurê xwe li dorhêla tundiyê dihêle, yan bi neçarî ji bav re dihêle yan jî nikare li dû xwe bihêle û vedigere.

Desthilatdarî li vê qadê çima sîstemeke navendîbûnê diafirîne?

Ji bo îdeolojî û polîtîkaya xwe têxe meriyetê dest datîne ser hemû xebatan.

EM NE RIZGARKER IN

Li gorî tabloya we destnîşan kir, dewlet bi parastina malbatê re hewl dide pêşî li tundiyê bigire û stargehan jî li gorî vê yekê diguherîne. Jin wê di vê rewşê de çi bikin? Dê stargehên serbixwe ava bikin, dê ji dewletê stargehan bixwazin? Divê rêyeke çawa were şopandin?

Pirseke gelekî zehmet e. Eger hûn ji bo Mor Çati dipirsin; Mor Çati dema vî karê xwe dimeşîne di warî fînansê de ji dewletê ti alîkariyê nastîne. Hêza xwe bi temamî ji bexş û dilxwazan digire. Mor Çati ezmûna sêyemîn a stargehê ye. Dem bi dem ji ber kêmasiya fînansê hilkumî. Lê belê emê xebatên xwe dewam bikin. Lê li aliyê din rojane herî kêm 10 jin serlêdanê dikin. Her serlêdêr bêguman doza xwegirtina li stargehê nake. Hin ji wan dixwazin li mala xwe bimînin, lê ji mafên xwe yên qanûnî sûdê werbigirin û bi hêz bibin. Yên ku ji bo li stargehê bicih bibe tên, bi neçarî em dişînin ŞONÎM'ê. Ji ber ku rîska ewlekariya stargeh û jiyanê heye. Di nava jinên em dişînin de hin jinên li wir mane û ji navenda şêwirmendiyê alîkarî stendine jî hene. Tişta ku em dikin; li dijî tundiya li hemberî jinê em hewl didin hemû navgînan ji bo jinan bikar bînin û mafên wan bicih bînin. Ji bo vê em têdikoşin. Em timî dibêjin ku divê dewlet pêkanînên xwe yên stargeh û ŞONÎM'ê biguherîne. Li aliyê din jî em xebata xwe ya serbixwe dewam dikin. Polîtîkayeke me ku em li her derê stargehên serbixwe vekin, nîne. Em ne rizgarker in. Em piştevaniya jinan dikin. Em nîşan didin ku di vê têkoşînê de piştevaniya jinan çiqasî girîng e. Lê divê mûxatabê bingehîn ê vî karî dewlet be. Pêwîste ev hemû pêkanînên dewletê jî bên kifşkirin.