Jin li dijî tundiya zilam û dewletê li kolananin

Jin li dijî tundiya zilam û dewletê li kolananin

Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî jinê û Piştevaniya Navneteweyî, bi 10 hezaran jin li Wan, Colemêrg Îdir, Mûş, Qers, Bazîd, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Êlih û Enqereyê li dijî tundiya zilam û dewletê daketin qadan û denge xwe bilind kirin. Jinên ku çalakî pêk anîn diyar kirin ku li dijî hemû tundiya li ser jinê di îsyan û serhildanê dene." 

WAN 

Endam û aktîvîstên Meclisa Jinê ya BDP'ê û Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) li ber Mavî Plaza ya Wanê kom bûn û bi silogan û tilîliyan heta Parka Feqiye Teyran meş pêk anîn. Di meşê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, rêveberên BDP'ê endamên meclisa şaredariyê û şaredarên jin ên herêmê, hevseroka HDP'ê ya Wanê, Dayikên Aştiyê, jî di navde bi sedan dayik amade bûn. Jinan di meşê de pankarta "Em bi Beritanan vejiyan, di zindanan de mezin bûn û em dê bi Sakineyan azad bibin. Em ji bo cîhanek bê tundî di îsyanê dene" vekirin. Jinan di meşê de siloganên "Dest ne de irada min", "Jin jiyane jiyane katil ne ke" û "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Jinan di meşê de dîsa posterên 3 jinên kurd ên PKK'î alên DOKH rakirin. Jin piştî heta Parka Feqiye Teyran meşiyan dawî li çalakiya xwe anîn û daxuyşanî dan. Li ser navê jinan aktîvîsta DOKH'ê Yildiz Çetin daxuyanî da. Çetîn, anî ziman ku li her derê cîhanê zilm û zordariya li ser jinê didome û xwest jin hêza xwe bikin yek. 

DI 5 SALAN DE 782 JIN HATIN QETILKIRIN

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Wanê Aysel Tugluk jî anî ziman ku di serdema hikûmeta AKP'ê de tundiya li ser jinê bêtir bûye û anî ziman ku di navbera 2008-2013'an de 782 jin hatine qetilkirin. Tugluk, piştgiriya xwe ya ji bo Jinên Rojava jî anîn ziman. 

Piştî daxuyainê jin heta avahiya BDP'ê ya Wanê meşiyan û çalakî bi dawî kirin. 

AMED 
Li Amedê jî bi heman armancê di pêşengiya DOKH'ê de bi 10 hezaran jin li Kolana Hunerê kom bûn û bi siloganên "Jin, jîyan azadî" meşiyan. Jinên ku dest bi meşê kirin demekê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û dîsa heta Dortyola Baglarê meşiyan. Jinan di meşê de pankartên "Civaka Azad, jina azad", "Hemu tundiyên li dijî jinê sûcê şer e û Bijî têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê" û "Li dijî şîddeta jinê jin hemû wek hevin û gel hevin" vekirin. Jina dîsa di meşê de bê navber siloganên "Mêr dikûje devlet dimije" berz kirin. Jinan bi silogan û pankartên xwe tundiya li ser jinê şermezar kirin û xwestin hemû jin li dijî tundiya dewlet û zilam derkevin û dêkoşîna xwe her rojê berdewam bikin. Jinên ku heta Midûriyeta Zewicandinê ya Mala Şaredariyê ya Rezan meşiyan û li ber Navenda Piştevaniya Gunişigi daxuyanî da. 

Li ser navê jinan DOKH'ê Yelîz Ayyildiz, daxuyanî da û xwest jin li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin.

MÛŞ 

Endamên Meclisa Jinê ya BDP'ê û aktîvîstên DOKH'ê jî li kolana Bedlisê li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî daketin kolanan siloganên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadi", "Qatil dewlet ji kurdistanê bicehneme" berz kirin. Bi sedan jin li gel astengiyên polîsan meşiyan û daxuyanî dan. Li ser navê DOKH'ê Ayşe Soylemez, daxuyanî da û tundiya li ser jinê pêş dikeve şermezar kir. 

QERS 

Meclisa Jinê ya BDP û HDP'ê ya Qersê û aktivîstên DOKH'ê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya Qersê kom bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan endama Meclisa BDP'ê Mukaddes Kubilay daxuyanî da û tundiya liser jinê şermezar kir. Kubilay piştgiriya xwe ya gelê Rojava û Şoreşa rojava anî ziman û êrîşên li Rojava pêk tên şermezar kir. Jin piştî axaftinê bi silogan û tilîliyan belav bûn. 

ÎDIR 

Meclisa Jinê ya BDP'ê û aktîvîstên DOKH'ê yên Îdirê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Endama Meclisa BDP'ê Rahşan Engin, endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariya Îdirê jî di navde bi sedan welatî amade bûn. Di civînê de Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervin Buldan, daxuyanî da diyar kir ku jin li dijî her tuniya li hemberî jinê di qadan de û di îsyanê dene. 

BAZÎD 

Hevparên DOKH'ê li Navçeya Bazîdê ya Agirî jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Gelek jin beşdari bernameyê bûn û tundiya liser jinê şermezar kirin. 

COLEMÊRG 

Meclisa Jinê ya BDP'ê û Aktîvîstên DOKH'ê jî bi heman armancê bi tevlêbûna hezaran jinan meş pêk anîn. 
Jinên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn bi pankart û siloganên "Bijî berxwedana jinan", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî berxwedana Rojava" heta Rektoriya Zanîngeha Colemêrgê meş pêk anîn. Li ser navê jinan Endama Meclisa Jinê ya BDP'ê Zeynep Kaya, daxuyanî da u diyar kir ku di serdema AKP'ê de tundî zêde bûye û tundî bi destê dewletê tê parastin. Kaya, da zanîn ku di serdema AKP'ê de ji sedî 400 tundî zêde bûye.

SÎLOPÎ

Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî di pêşengiya endamên DOKH'ê de bi sedan jin li ber Şaredariya Sîlopiyê kom bûn û heta kolana Hunerê meşiyan. Di meşê de rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, KURDİ-DER, Dayikên Aştiyê û gelek saziyên din amade bûn. Jinan li vir jî heman dowîz û pankart vekirin û tundiya li ser jinê şermezar kirin. Jinan di meşê de bê navber siloganên "Qirkirina jinê, qirkirina civakê ye", "Bijî Jina azad", "Bijî berxwedana jinan" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. 

Li ser navê jinan aktîvîsta DOKH'ê Fatma Gunduz, daxuyanî da û tundiya li ser jinê şermezar kir. Gunduz, anî ziman ku tundî bi destê hikûmeta AKP'ê li ser jinê tê pêşxistin. 

ÊLIH 

Li Êlihê jî di pêşengiya DOKH'ê de bi hezaran jin bi heman armancê li ber avahiya Êlihê kom bûn û heta qada Cumhuriyetê meşiyan. Di meşêde Parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata, Rêveberên HDP, BDP, endamên meclîsa şaredariyê yên Êlihê û gelek kesên din amade bûn. Bi hezaran jinên ku heta Kolana Komarê meşiyan bi dowîz û siloganên xwe daxwazên xwe anîn ziman. Jinan di meşêde posterên Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bilind kirin û siloganên "Bê azadî jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. 

Civaknasa SELÎS'ê Rana Şeker, daxuyanî da û destnîşan kir ku duntî bi destê dewlet û hikûmetê zêde dibe. 

ENQERE 

Li Enqereyê jî Platforma Jinan a Enqereyê bi heman armancê meş pêk anîn. Di meşê de jin li Kolana Kolejê li hev kom bûn û heta Kolana Ziya Gökalpê meşiyan. Jinan li vir daxuyaniya bi kurdî u turkî dan û tundiya li ser jinê şermezar kirin. 

MÊRDÎN 

Hevparên DOKH'ê yên Mêrdînê jî bi heman armancê li Qada Newrozê ya Yenişehirê kom bûn û heta heta Edliyeya Mêrdînê meş pêk anîn. Bi sedan jin tev li meşê bûn. Di meşê de Wekîla Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Bestaş, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û rêveberên BDP'ê amade bûn. Jinan li vir jî heman dowîz, pankart vekirin û heman silogan qerîyan. 
Rêvbera BDP'ê ya Mêrdînê Abdale Aksoy, li vir daxuyanî da û anî ziman ku tundî di serdema AKP'ê de qat bi qat zêde bûye. 

SÊRT 

Meclisa Jinê ya BDP'ê û Navenda Piştevaniya BERFİN'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê heta Parka Orhan Dogan meş pêk anî û li vir daxuyanî da çapemeniyê. Jinên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn bi heman silogan û pankartan meşiyan. Li ser navê jinan Endama Meclisa BDP'ê Eda Kilis daxuyanî da û xwest hemû jin li dijî tundiyê rawestin.