Jin her sal bêhtir dimirin!

Jin her sal bêhtir dimirin!

Tundiya li dijî jinê roj bi roj zêde dibe. 'Tundiya mêr' ku gihaştiye asta tirsnak, her sal li cîhanê dibe sedema mirina bi hezaran jinan. Li gorî hejmarên ne fermî di sala 2013'an de li Tirkiyeyê 237 jin hatin kuştin. Ev hejmar di 10 mehên sala 2014'an de gihaşt 255 kesî. Li pêşberî firotina jinan ji aliyê DAIŞ'ê ve li bazarên koleyan, cîhan bêdeng e.

Di 25'ê Mijdara 1960'î de li Komara Domînîk, Xwişkên Mîrabel ên li dijî Dîktatoriya Trojîllo têdikoşiyan, piştî ku li girtîgehê hevserên xwe ziyaret kirin rastî destavêtinê hatin û hatin kuştin. Piştî vê bûyerê, li tevahiya cîhanê li dijî tundiya li hemberî jinê kampanya hatin destpêkirin û di sala 1981'ê de, li Kongreya Jinên Karayîp û Latîn Amerîka ya Yekemîn a li paytexta Kolombiya Bogota de, roja Xwişkên Mîrabel hatin kuştin yanî 25'ê Mijdarê weke "Roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê" hatibû îlankirin. Neteweyên Yekbûyî xwedî li vê kevneşopiyê derket û û 25'ê Mijdarê li qada navneteweyî weke roja têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê pejirand. Di vê çarçoveyê de her sal di 25'ê Mijdarê de li tevahiya welatan çalakî tên lidarxistin, mijara tundiya li hemberî jinê tê nîqaşkirin û nirxandin.

Lê belê tundiya li hemberî jinê roj bi roj zêde dibin.

LI GELEMPERIYA CÎHANÊ TUNDIYA MÊR A LI DIJÎ JINÊ DERKET ASTA JI SEDÎ 75'AN

Li gorî lêkolînan, li cîhanê di her deqeyekê de 380 jin ducanî dimînin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2002'an de dabû xuyakirin ku ducaniya nayê xwestin û nexweşiyên bi rêyên zayendî xwe didin der, di nava jinên rastî şîdeta hevser tê de, rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedikin. Di rapora ala 2002'an a Konseya Ewropayê de hatibû destnîşankirin, ku sedema herî zêde rê li ber seqetmayîn û mirina jinên di navbera 16-44 salî de vedike, şîdet e. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her sal nêzî çar mîlyon jin rastî destdirêjiya hevserê xwe tên û 4000 ji van bûyerên destdirêjiyê bi mirinê bi encam dibe. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li gelemperiya cîhanê rêjeya tundiya li dijê tê kirin ji sedî 17-75 e.

Di şer de, li gelek deveran jin rastî destavêtin, destdirêjiyê tên, zikê jinê tê qelaştin û rastî şîdeta zayendî ya mîna texrîpkirina organê zayendî tê.

REWŞA LI TIRKIYEYÊ

Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê di salên dawî de zêde bûn û ev hejmar xeteriya rewşê radixin pêş çavan.

Li gorî vê yekê; ji sedî 25 ê jinan rastî şîdeta fîzîkî tên.

Ji sedî 75 ê jinan rastî şîdeta hevserê xwe tên.

Jinên di encama cînayetê de tên kuştin, ji sedî 40-70 ji aliyê hevserên xwe ve tên kuştin.

Yên rastî destavêtinê tên ji sedî 50 di binê temenê 18 salî de, ji sedî 10 ji vê rêjeyê zarokên mêr, yên mayî jî zarokên keç in.

Yek ji her çar zarokan, rastî şîdeta zayendî tê.

Herî zêde zarokên di navbera 7-9 salî de rastî şîdeta zayendî tên.

Ji sedî 55 ê zarokên di navbera 5-10 salî de mexdûrên ensest in.

Ji sedî 40 ê zarokên di navbera 10-16 salî de mexdûrên ensest in.

Ji sedî 75 ê êrîşkarên zayendî, nas in.

Di bûyerên ensest de ji sedî 50 ê kiryaran, bav ap, zava, kek, kal û xal in.

Ji jinên li xeta alîkariya lezgîn digerin ji sedî 57 rastî şîdeta fîzîkî, ji sedî 46,8 rastî şîdeta zayendî, ji sedî 14,6 rastî ensest û ji sedî 8,6 rastî destavêtinê hatine.

KUŞTINA JINÊ HER SAL ZÊDE DIBE

Li gorî hejmarên ne fermî di sala 2013'an de li Tirkiyeyê 237 jin hatin kuştin. Ev hejmar di 10 mehên sala 2014'an de gihaşt 255 kesî. Bi tenê di meha Cotmehê de mafê jiyanê ji destê 29 jinan hatin girtin, di meha Îlonê de 23 jin bûn qurbaniyên şîdeta mêr. Li gorî par, qetilkirina jinan zêde bû. Li tabloya îsal, jinên penaber ên Sûriyeyî yên ji şer reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin jî zêde bû. Di 18'ê Îlonê de li Rihayê jineke derdora 30 salî li nava kolanê mirî hat dîtin, di 20'ê Îlonê de jineke din a Sûiryeyî, piştî demeke kurt a nîqaşa bi hevserê xwe re, bi derba debanceya mirî hat dîtin. Mêrên kiryarên kuştina jinê yên meha Îlonê, herî zêde kêr yan jî debance û tiving bikar anîn.

EV 'TEDBÎREKE' BI ÇI RENGÎ YE?

Ji sedî 8,7 ê bûyerên kuştina jinê, li gel biryarên tedbîrê jî rû dan. Ji sedî 13 ji jinan, ji ber ku xwestiye cihê bibe yan jî nexwestiye li hevserê xwe yê jê cihê bûye li hev were, bi hinceta 'namûsê', ji sedî 8,7 jî bi hinceta 'bihevrebûn red kiriye' hatine kuştin.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karker jî da xuyakirin, ku di sala 2014'an de li gorî tespîtên wan di cînayetên kar de 112 jinan jiyana xwe ji dest dane.

QANÛNÊN NIMÛNEYÎ BI KÊR NEHATIN

Li Tirkiyeyê, pêkanînên Qanûna li ser pêşîgirtina tundiya li hemberî jinê û parastina malbatê ku di sala 2012'an de hat derxistin, pêşî li tundiya li hemberî jinê negirt. Tirkiye welatê destpêkê bû ku îmzeya xwe avêt binê Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê.

Peymana ku di 1'ê Tebaxê de ket meriyetê, van şert li ser dewletên îmzekar ferz dike:

Dewletên bûne aliyê peymanê, wê mafê penaberiyê bidin jinên rastî şîdetê hatine.

Dewlet, lezgîniya rewşê û rîska mirinê li ber çavan bigire û bi her awayî tedbîran bigire. 

Mekanîzmaya îxbarê wê bêtir were xurtkirin. Ji perwerdekirina dadgerî, polîs û personelên tenduristiyê de budçe û dem were veqetandin.

Ji bo mexdûra şîdetê nasnameya xwe biguherîne alîkarî were dayîn. Mexdûr wê were parastin, desteka psîkolojîk were dayîn û ji aliyê dewletê ve desteka madî ya demî bê dayîn.

Yên alîkarî dane şîdeta li hemberî jinê, wê werin cezakirin.

Di radyo û televîzyonên dewletê de, mehê herî kêm 90 deqe weşanên li ser wekheviya zayendî ya civakî were kirin.

Di mufredatê dibistanên destpêkê û navîn de, wê dersên di mijara wekheviya jin û mêr û mafên mirovan ên jinê de, werin dayîn.

Ji bo zewaca bi zorê weke sûc bê dîtin, tedbîrên pêwîst ên hiqûqî, îdarî û cezayî wê werin girtin.

Eger mexdûr ji kiryar tazmînatê bixwaze, wê guhertinên pêwîst ên qanûnî bên kirin.