Jin di 25’ê Mijdarê de li Pirsûsê ne

Jin di 25’ê Mijdarê de li Pirsûsê ne

Koordînasyona Meclîsa Jinan a HDK-HDP’ê, diyar kir ku 15’ê Mijdarê bi dirûşma, "Wê jin rê nedin DAIŞ” li Pirsûsê bin.

Koordînasyona Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)/Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê, bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember Şîdeta li dijî Jinê aşkera kir.

Jinên li ber avahiya HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin, diyar kirin ku wê 25’ê Mijdarê li Pirsûsê bin.

Arzu Moco ya daxuyanî da got, “Şideta cinsî ya ji aliyê dewletê ve bi salan çi li Kurdistanê çi jî li hember jinên şoreşger ku wek rêbazekî îşkenceyê ya sîstematîk hat bikaranîn, di dema AKP’ê de bi destê hêzên ewlekariyê berdewam kir.”

Moco şîdeta zilam a li hember LGBTÎ'yiyan jî bibîr xist û got, "Her roj herî kêm transek ji aliyê zilaman ve tê qetilkirin. Lezbiyen, bîseksuel an jî jinên trans bi destê pergalê ber bi xwekuştinê tên şandin.”

 Moco bang li jinan kir ku beşdarî aktîvîteyên jinan ên 22-23’ê Mijdarê û meşa 25’ê Mijdarê şeva femînîst a wek kevneşopiyekê tê lidarxistin bibin.  Moco ji bo daxwaza wekhevî û demokrasiyê bi rêya piştevaniyê hê zêdetir bihêz bibe bi dirûşma, "Wê jin rê nedin DAIŞ” bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li Pirsûsê bin.

Moco her wiha da xuyakirin ku di hefteya 25’ê Mijdarê de wê beşdarî civîna Koma HDP’ê ya li Meclîsê ku tenê bi jinan pêk tê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag beşdar dibe bibin.