Ji zarokên Kobanê re bi efsaneya Newrozê terapî
Ji zarokên Kobanê re bi efsaneya Newrozê terapî
Ji zarokên Kobanê re bi efsaneya Newrozê terapî
Senarîst Omer Bagci bi derfetên xwe ji bo zarokên Kobanê efsaneya Newrozê kir pirtûk û ji zarokan re dixîne û nîqaşan li ser dikin. Bagci têkildarî mijarê axivî û got: "Bi saya vê amûrê ragihandinê ez hînî gelek çîrokên jiyanê yên ez nizanim dibim. Zarokeke ji nişka ve çi hîs dike nabêje. Divê mirov karibin bi wan re têkiliyê deynin."
Senarîstê fîlman Omer Bagci yê ku ji roja berxwedanê heya niha li gundê Mehserê di nobeda berxwedanê ye û ji bo tevkariyê bide jiyana zarokên Kobanê yên li konbajaran romana bi derfetên xwe zêdekirin li wargeha belav dike. Romana ji efsana Newrozê pêk tê û ji aliyê Nivîskar Mustafa Uzun ve hate nivîsandin û bi xîzkirina Wolf Dîeter Kopfer li Elmanyeyê hate çapkirin bi rêya fotokopiyê hate zêdekirin û li dibistanên li wargehan ên kurdî perwerdehiyê dide belav kirin. Bagci got: "Ji bo travmaya zarokan jiyî bi ser xwe bavêjin, her kes divê çi ji dest tê bike."
'KEN DI XWEZAYA ZAROKAN DE HEYE'
Bagci, diyar kir ku ji bo rastiya şer zarok ji ser xwe bavêjin divê pêkanînên terapiya ji bo zarokan pêk bên û wiha axivî: "Zarokên me li xeta sînor û wargehan dîtin hêj jî li hemberî şert û mercên zor ên jiyanê dikenin. Em nikarin bêjin ev zarok zarokatiya xwe najiyîn. Di 1. şerê cîhanê de jî zarokan zarokatiya xwe nejiyîn. Zarokên Kobanê jî bi heman şiklî jiyana xwe didomînin. Lê mexdurên şer zarok in zarokatiya xwe cuda dijîn. Ligel van hemûyan balkêş e zarok dîsa dikenin. Bira, xwişk, dayik û bavên wan di nava YPG û YPJ'ê de ne. Hinek zarok ji ber pê li mayînan kirin bil û piyên wan jêbûne. Ligel van hemûyan zarok dikenin. Ken di xwezaya zarokan de heye."
'EZ BI ROMANA XÎZ TÊKILIYÊ PÊK TÎNIM'
Bagci, da zanîn ku hemû zarok ji efsaneya Kawayê Hesinkar bi bandor bûn bi romana xîz bi zarokan re têkîliyê pêk tînin. Bagci, bilêv kir ku ew ji zarokan re romanê dixwînin û nîqaşan dikin û wiha axivî: "Bi saya vê amûrê ragihandinê ez hînî çîrokên ez nizanim dibim. Zarokeke ji nişka ve nikare tiştên hîskirin vebêje. Divê mirov bizane ragihandinê pêk bîne. Zarokekî got şevê li wargehê hişyar bû û di nava heriyê de raket vegot. Ev mijareke gelek girîng e. Zarokekî çima wisa kir divê mirov fêm bike û li gorî wê yekê xizmetên terapiyê peyda bike."
Bagci, destnîşan kir ku ji bo travmaya zarok dijîn ji ser xwe bavêjin divê bi lezgînî dest bi tevgerê bê kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Erê niha zarok dikenin. Ligel her tiştê jiyîn dikenin. Lê rastiya şer jiyîn heye. Van zarokan bi çavê xwe qetilkirina xizmên xwe dîtin. Eger bi lezgînî xizmeta terapiyê neyê kirin dê di demên pêş de zarok hêrs û tolhildêr bibin. Dê wê demê têkçûyîne civakê destpê bike. Divê pêşiya vê yekê bê girtin."