Ji Zaroka 8 salî ji bo zarokên Kobanê kampanya watedar
Ji Zaroka 8 salî ji bo zarokên Kobanê kampanya watedar
Ji Zaroka 8 salî ji bo zarokên Kobanê kampanya watedar
Zaroka 8 salî ya bi navê Çîgdem Arslan, ji bo piştevaniya zarokên Kobanê kampanyayek meşand û pereyêin di çarçoveya kampanyayê de berhev kir, bi destê xwe radestî Koordînasyona Rojava kir. Çîgrema biçûk, bi vê xebata xwe re ji mirovahiyê re bû mînak.
Welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji cihên xwe yên jiyanê koçber bûn, ji bo çareserkirina pedivîyên wan kampanyayê piştevaniyê ji zarokên 7 salî heta temendirêjên 70 salî bê sînor berdewam dikin. Zaroka 8 salî ya bi navê Çîgdem Arslan, ji bo zarokên Kobanê ev zedetirî 15 roj in kampanyaya alîkariyê dimeşîne û alîkariya berhev kir, bi destê xwe radestî Koordînasyona Rojava kir. Arslan diyar kir ku wê dîtiye di piyê zarokên Kobanê de pêlav tineye û xwestiye alîkariyê bide zarokên Kobanê. Çîgdem bi temenê xwe yê biçûkr e ji tevahiya mirovahiyê re bû mînakek.
JI BO ZAROKÊN KOBANÊ QÛMBERE ÇÊKIR Û PERE KOM KIR
Arslan da zanîn ku di serî de ji bo kampanyaya xwe qûmberek peyda kiriye û di nav mal û xizmên xwe de dêst bi berhevkirina alîkariyê kiriye. Arslan qûmbera xwe jî bi karekterên fîlmên kartona jî xemilandiyê. Arslan bilêv kir ku zarokên Kobanê ji ber êrîşan koçber bûn e û wiha axivî: “Min ji bo zarakên Kobanê perê kom kir. Min xwest bila bi wan pereyan ji xwe re solan bistîn in. Min ji birayên xwe, ji xwişkên xwe, ji bav û dayika xwe û xizmên xwe pere stend. Pereyê ku min ji wan distand min dixist qûmbera Kobanê. Min qûnbera xwe bi perêyên berhevkirî tije kir. Min qûmbara xwe anî teslîm kir.”