Ji YPG’ê û Artêşa Azad civîna li dijî komên çekdar

Ji YPG’ê û Artêşa Azad civîna li dijî komên çekdar

Piştî komên çekdar ên ku xwe wekî Artêşa Azad bi nav dikin, di navbera Heleb û Efrînê de penaberên ji ber êrîşê di reviyan rawestin û xerac ji wan stendin, di navbera YPG’ê û Artêşa Azad de hevdîtin pêk hatin. Di hevdîtinan de biryara hişyarkirina komên çekdar hate girtin.

Hevdîtin, duh di navbera Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Bejahiya Helebê û Komîteya Têkiliyên Ewlekariyê ya YPG’ê de pêk hat. Hate ragihandin ku di hevdîtinê de li ser komên çekdar ên girêdayî kesê bi navê Xalîd Heyanî ku li ser navê  Artêşa Azad li herêmê talan dike, zorê li ser welatiyan dimeşînin û herî dawiyê ji paneberên ku ji Helebê diçûn Efrînê xerac stendibûn, hatiye rawestîn.

Endamê Komîteya Têkiliyên Ewlekariyê ya YPG’ê Fewzî Silêman, derbarê hevdîtinê de agahî dan ANHA’yê û diyar kir ku ew di civînê de li ser komên çete rawestiyane. Silêman anî ziman ku bi taybetî li ser kiryarên kesek bi navê Xalid Heyanî ku li ser navê Artêşa Azad gelek koman bi rê ve dibe û wekî kesayetek nayê qebûlkirin e, rawestiyane.

Silêman, destnîşan kir ku di hevdîtinan de herdu aliyan li hev kiriye ku ji Heyanî re re nameyek hişyariyê bê şandin û got ku name jî wê ji aliyê Heyeta Şereî ya Meclîsa Leşkerî ya Bejahiya Helebê ya Artêşa Azad ve bê amadekirin.

Silêman, got ku ger ev hişyarî li ber çavan neyê girtin, wê heyet biryara darizadinê bide.

Li bajarê Helebê piştî êrîşên rejîma Baas yên di 29’ê Adarê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşferiyê ku piranî Kurd lê dijîn, dest pê kirin û hîn didomin, şêniyên taxê neçar mabûn  koç bikin. Lê welatiyên ku ji ber êrîşan reviyan vê carê jî li ser riya Heleb û Efrînê ji aliyê komên çete yên girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî ku xwe wekî Artêşa Azad dide nasîn ve hatibûn rawestandin û ji wan xerac hatibû stendin. Heman koman ji welatiyan di navbera 20 û 40 hezar lîreyê Sûriyeyê de pere hatibû stendin.