Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Ji YPG’ê ji bo gelê Serêkaniyê hişyariya bombeyan

Ji YPG’ê ji bo gelê Serêkaniyê hişyariya bombeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) welatiyên sivîl li Serêkaniyê haydar kir, ku destê xwe nedin bombe û hewanên kuneteqiyane. YPG’ê da zanîn ku gava hatin dîtin divê noqteya YPG'ê jê haydar bikin. Her wiha rayedarên tenduristiyê da zanîn ku di bombeyan de madeyên jehrî hene.

Li Serêkaniyê Fermandariya Tûgaya Şehîd Abid, welatiyên sivîl haydar kir ku destê xwe nedin bombe û hewanên ku neteqiyane. YPG'ê ji welatiyan xwest di zûtrîn dem de agahiyê bidin nûqteya YPG'ê ya herî nêz û ew ê bi hostetî wan bombe û hewanan bê bandor bikin. Her wiha Fermandariyê ji welatan xwest ku zarokên xwe haydar bikin ku bi van bombeyan nelîzin.

Komên çete ku nikarîbûn li ber berxwedana gelê Serêkaniyê û şervanên YPG'ê li ber xwe bidin, serî li bombebarana bombeyên destan, bombeyê tangan û hewan dan. Komên çete gelek bombeyên ku avêtine nediteqiyan. Fermandariya YPG'ê diyar kir ku komên çete bi zanebûn bombeyên ku dereng diteqin bi ser taxên welatiyan de dibarandin. Her wiha rayedarên tenduristî aşker kirin ku hin bombeyên ku dereng diteqin de madeyên jehrî hene.

Li Serêkaniyê ku pevçûn kete roja xwe ya 12'an de şervanên YPG'ê ku bersiva çekdarên komên çete dan, Taxa Ebrê, navenda bazarê û riya Hesekê ku wek navendên komên çete bûn bi alîkariya welatiyên Serêkaniyê ew taxana ji çeteyan paqij kirin. Komên çete li taxa Mehetê mane, ji wir êrîşî welatiyên sivîl, şervanên YPG'ê dikin û bi vî awayî dixwazin taxa Ebrê û deverên ku jê hatine derxistin careke din bi dest bixin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hemû riyên ku tên ser Taxa Mehetê, ya ku bûye wek wargeha komên çete ji aliyê YPG'ê ve hatiye girtin, lê komên çete ji sînorê Tirkiyeyê zexîre û erzaq û alîkariyan derbas dikin. Bi hewan û bombeyan êrîşî sivîlan dikin.