Ji YDG-H'ê li hember mohrkirina dibistanên Kurdî çalakî

Ji YDG-H'ê li hember mohrkirina dibistanên Kurdî çalakî

Li Colemêrgê ciwanên endamên YDG-H’ê bi armanca mohrkirina dibistanên Kurdî şermezar bikin çalakî li dar xistin.

Ciwanên endamên YDG-H’ê li Colemêrgê ji bo mohrkirina dibistanên Kurdî yên li Amed, Gever û Şirnexê şermezar bikin çalakî li dar xistin.

LI HEMBER LOJMANÊN POLÎSAN Û AVAHIYA MÎT'Ê ÊRÎŞ

Hat îdîakirin ku ji ber ciwanên endamên YDG-H’ê molotofkokteyl avêtin lojmanên polîsan polîsek birîndar bûye. Di encama êrîşa bi molotofkokteyl û keviran a li hember avahiya MÎT’ê jî di navbera polîs û ciwanan de şer derket. Hat ragihandin ku pevçûn hê didomin.

Hat ragihandin ku ciwanên endamên YDG-H’ê li hemberî gelek dibistanên li Colemêrgê êrîş pêk anîne. Lîseya Anadolu ku hat şewitandin hat diyarkirin ku kulubeya nobedar a li ber dibistanê hat texrîbkirin.

Hat diyarkirin ku polîsan li bajêr tedbîrên zêde girtine, di navbera polîs û endamên YDG-H’ê de pevçûn di kolanan de didomin.