Ji Yaşar Kemal bo gelên Kurd û Tirk bang

Ji Yaşar Kemal bo gelên Kurd û Tirk bang

Nivîskarê navdar Yaşar Kemal ji konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakûrê Kurdistanê ya li Amedê pêk tê re peyamek şand û got: “Ev banga min bo gelan e. Gotina min bo we ye. Rizgarkirina çand, nan, rumet û dewlemendiya welatê me di destê me deye. Werim em ji bo ji pergaleke demokratîk dest bidin hev û ji dil bixebitin.

Yaşar Kemal di peyama xwe de da zanîn ku demokrasî hewcedariyeke, pergaleke hevsengiyê ye û got: “tunekirina çandekî tunekirina  parçeyeke ji mirovahiyê ye. Zimanek jî tenê bi axaftinê nayê jiyîn.  Ji bo ew ziman bijî, divê perwerda wê hebe. Divê esntîtu, akademî û saziyên ziman hebin.”

Peyama Yaşar Kemal wihaye;

Delegeyên hêja yên konferansa Demokrasî û Aştiyê

Ez îro ne ligel we me. Di konferansa beriya vê de jî heta min derfet dît, min nêrînên xwe parve kir. Hêviya min eve ku dê êdî rojên ku pêwîstî bi van gotinan tunebe bê.

Min her tim digot, dibêjim, cîhan baxçeyekê hezar kulîlk tê de ye.  Her kulîlek bihna wê cudaye. Cîhana me dewlemende.  Çand her tim ji hev xwedî bûne. Danûstandin ji hev kirine.  Li cîhanên tunekirina kulîlkekê, tunekirina bîhnekê ye. Tunekirina çandekî tunekirina parçeke ji mirovahiyê ye.

Civakek bi qasî xweşbiniya xwe bi hêz, saxlem û mafdare. Bi qasî zilma xwe qelse jî. Nîjadperest jî nexweşiyek bi xof e. Di bin nefreta hilweşîna mirovahiyê de novên nefretê de nîjadperestî heye. Ev jî Tirkiyeyê berbi neyartiya fikr û ramanê dibe.

Ya ji bo me pêwist eve ku ji lîstika demokrasîbûnê neyê lîstin. Divê pergaleke demokratîk ya ku zextan li ser gelan nake bê avakirin.

Demokasî tê wateya bi rumeta xwe jiyankirine, bi çand û zimanê xwe jiyan kirine. Ev mafekî sere ye. Zimanek bi axaftinê najî. Ji bo zimanek bijî, divê di wî zimanî de perwerde hebe, enstîtu, akademî hebin.

Tiştê ev 20 sale der barê mijara kurdan de nivîsim min di pirtûka xwe ya ‘Ev bangeke’ de anî cem hev. Di gotina pêşîn ya pirtûkê de titşên min gotibû dubare dikim.

Me gelek şaşî kirin, lê pêwist nake em bê hêvî bimînin. Ger mirovên welatekî  kêfxweşî, xweşikahiyê tercîh bikin ev jî di azadiya fikr û ramandê derbas dibe.

Gelê kurd, gelê tirk gelê xwedî çandeke dewlemend ya li ser vê axê ne. Gotina min bo we hemûyane.  Kewandina van birînan di destê me de ne. Werin em bi hev re  ji bo avakirina pergaleke demokratîk dest bidin hev.

Ev bangeke. Gotina min bo we ye.

Yaşar Kemal