Ji Wekîltiya Serokatiya HDP’ê re Çaglar Demîrel hat hilbijartin
Çaglar Demîrel ji bo Duyemîn Wekîltiya Serokatiya HDP’ê hat hilbijartin.
Çaglar Demîrel ji bo Duyemîn Wekîltiya Serokatiya HDP’ê hat hilbijartin.
Çaglar Demîrel ji bo Duyemîn Wekîltiya Serokatiya HDP’ê hat hilbijartin.
Parlamentera Amedê Çaglar Demîrel ji bo Duyemîn Wekîltiya Serokatiya HDP’ê hat hilbijartin. HDP’e plan dike ku heta 8’ê Çile konferansên xwe yên xwecîhî bi dawî bike û di 17-18’ê Çile de jî konferansa navendî li dar bixe.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên zagonsazî yên pêvajoya 26. de ji Wekîltiya Serokatiya Jinan a Koma Meclîsê re Çaglar Demîrel wezîfedar kir.
HDP’ê berê biryar girtibû kû Îdrîs Balûken di wezîfeya wekîltiya serokatiyê de berdewam bike, Pervîn Bûldan jî wek Wekîla Serokatiya Meclîsa hatibû diyarkirin.
Di Civîna Koma HDP’ê ya ku ev du roj in didome û civîna Desteya Rêveber a Navendî de biryar hat girtin ku xebatên kongre û konferans ên partiyê di ber çavan re bên derbaskirin û lezê bidin xebatan.
Li gor vê wê herêm dîrokên konferansên xwe bi xwe diyar bikin, HDP’ê kir biryar ku heta 8’ê Çile konferansên herêmî bi dawî bibin. HDP’e armanc dike k udi 17-18’ê Çile de konferansa navendî li dar bixe. Piştî konferansê wê di 24’ê Çilê de kongreya HDP’ê bê lidarxistin.
Bi kongreyê re HDP’e hedef dike ku Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveber a Navendî hê aktîftir bike û berfireh bike.