Ji Warşowaye bo berxwedana Parka Gezî piştgirî
Ji Warşowaye bo berxwedana Parka Gezî piştgirî
Ji Warşowaye bo berxwedana Parka Gezî piştgirî
Tirkiyeyiyên ku li Polonyayê bi armanca piştgirî dayîna çalakiyên Parka Gezî, bi pankart û sloganan banga îstîfakirina hikumeta AKP’ê kirin û berxwedan silav kirin.
Îro li ber zan3ingeha Warşowayê nêzî 200 Tirkiyeyî jib o piştgirî dayîna çalakiyên Parka Gezî yên li çar aliyê Tirkiyeyê belavbûyîn û hikumeta AKP’ê protesto bikin, hatin gel hev û meşek pêkanîn. Girseyê di dema meşê de bi Tirkî, Kurdî, Îngilîzî û Lehçe sloganên “Taksîm tenê nîne”, “Tayyîp bi hejmêre, temaşe bike me çendin”, “Hikumet îstifa” û “Bijî biratiya gelan” qîriyan.
Pankartên ku bi zmanên cûda hatîn nivîsîn yên weke “Her der Taksîme, her der bexwedane”, “Me Roboskî ji bîr nekir”, “Êdî bese” vekirin. Xwepêşandanên ku di destê wan de wêneyên êrîşên polîsan nîşan didin heyî heya ber Sefaretxaneya Tirkiye li ber Muşavîrtiya Danasîn û Çanda Warşowa rawestiyan û slogan avêtin.
Meşa ku Polonî û turistan bi çepikan piştgirî dayê, li Plac Zamkowy daxuyaniyek dan çapemeniyê û çalakî dan berdewam kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de bertek nîşanî, pêkanînên hikumetê yên rexmî bertekên gel da û berxwedana li Tirkiyeyê silav kirin.