Ji Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo 2 hunermendan peyama sersaxiyê

Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo her du hunermendên Kurd Kahtali Miçê û Reşîd Sofî, ku di du rojan de li dû hev koça dawî kirin, peyama sersaxiyê weşand.

PEYAMA SERSAXIYÊ

Tevgera Çanda Demokratîk (Tev-Çand) û Hunera Mizgîn bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji du hunermendên Kurd Kahtali Miçê û Reşîd Sofî re xwest.

Daxuyanî wiha ye:

“Di rojekê de me 2 Hunermend û kedkarên hunerê wenda kirin. Di 15’ê Sibatê de Mustafa Kahtali (Kahtali Miçê) li Bakurê Kurdistanê û di 17’ê Sibatê de jî li Rojava Reşîd Sofî çavên xwe ji jiyanê re girtin.

Kahtali Miçê tevî hemû qedexe û zordariya dewleta Tirk a dagirker a li ser çand û zimanê Kurdî, dîsa jî bi dizîka di malan de ba jî di her keysê de wî strana Semsûrê ya Kurdî û rengê wê yê taybet distra.

Her çiqasî ku di çapemeniyê de wekî stranbêjê ‘strana gelerî ya Tirkî’ dihate naskirin jî Kahtalî Miçê bi nav û ruhê xwe weke ku wî digot “saf kurmanc” -Kurdekî resen- bû. Di derfeta ewil de û bê teredud derket ser ekranên Medya Tv’yê û ‘kurmanciya’ xwe isbat kir.

Li jêra Semsûrê warê Kahtali Miçê, li Binxetê Reşîd Sofî yê ku bi ûd û dengê xwe û bi hilbijartina naverokên biwate ji stranên xwe cihekî taybet di dilê miletî de girtibû. Tevî hemû zor û zahmetiyan Reşîd Sofî jiyana xwe li ser axa Rojava derbas kir û heya ku çavên xwe li bajarê xwe yê efsane Kobanê ji jiyanê re girtin jî ew girêdayî axa xwe ma. Bi çûyina xwe re êşeke mezin li pey xwe hişt. Bêguman derbasbûna di nav du rojan de koçkirina her du hunermendan xemgîniya veqetandinê kûrtir kir.

Em wek Tevgera Çanda Demokratik û Hunera Mizgîn ji malbat û hezkiriyên her du hunermendan re sersaxiyê dixwazin û dibêjin bila giyanên wan şad be. Em parastina stranên wan û xwedîderketina li keda wan erkekî xwe yê netewî dibînin.”