Danîmarkayê banga çekdarbûnê li Ewropayê kir

Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen li hemberî Rûsyayê banga çekdarbûnê li Ewropayê kir.

Lars Lokke Rasmussen di daxuyaniyeke xwe de dilsoziya xwe ya ji NATO’yê re anî ziman  û diyar kir cihan derbasî ‘serdemeke gelekî krîtîk’’ bûye û got ku divê Ewropa ji nû ve hêza xwe ya çekandarbûnê xurt bike. 

Serokê DYE’yê Donald Trump bi mebesta çareserkirina şerê li Ûkraynayê bi Rûsyayê re dest bi hevdîtinan kir. Trump di van hevdîtinan de cih neda Kiev û welatên Ewropayê û ev yek li Ewropayê bû sedema metirsiyan.

Her wiha Trump bang li welatên Ewropayê kir ku di warê parastinê de erk berpirsiyariyan bigirin ser milên xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku divê Ewropa ji bo ewlehiya xwe zêdetir tevdîran bigire û ev yek anîn ziman: ‘’Ne tenê ji bo dabînkirina ewlehiyê, divê em ji bo piştgirîdayîna Ûkraynayê jî zêdetir bixebitin. Ji ber ku em derbasî serdemeke gelekî krîtîk bûn.’’

DANÎMARKAYÊ LÊÇÛNÊN PARASTINÊ ZÊDE KIRIN

Hikûmeta Danîmarkayê roja Çarşemê da diyarkirin ku wan ji bo lêçûnên leşkerî yên ji bo salên 2025-2026’an 50 milyar kron (6.8 milyar euro) terxan kiriye. 

Her wiha Danîmarkayê ji Sibata 2022’yan heya niha nêzîkî 7.2 milyar euro alîkarî daye Ûkraynayê. 

Rasmussen di axaftina de diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin Ûkraynayê û got: ‘’Ji roja ewil ve ye em piştgiriyê didin Ûkraynayê. Ji ber ku ev yek bes ne têkildarî şerê Ûkraynayê ye. Mijar têkildarî ewlehiya Ewropayê ye. Ger encamek ji şerê Ûkrayna û Rûsyayê netê bidestxistin, dibe ku Rûsya di nava çend salan de êrîşî welatên cînar û welatên NATO’yê bike.’’