‘Bavê Teyar stûna şanogeriya Kurdî ye’
Şanoger û derhêner Dilcan Oso, diyar kir ku bi hezaran şanogerên Kurd wê mîrateya Bavê Teyar bigihînin nifşa nû û got, “Bavê Teyar stûna şanogeriya Kurdî ye.
Şanoger û derhêner Dilcan Oso, diyar kir ku bi hezaran şanogerên Kurd wê mîrateya Bavê Teyar bigihînin nifşa nû û got, “Bavê Teyar stûna şanogeriya Kurdî ye.
Şanoger û derhêner Dilcan Osman Oso, ji zaroktiya xwe ve bavê Teyar ê nemir nas dikir û piştî mezin bû jî, bû yek ji endamê koma Bavê Teyar û pê re gelek skeçan amade kirin. Şanoger û derhêner Dilcan Osman Oso ji Ajansa me ANF’ê re axivî û diyar kir ku Bavê Teyar kesayetek dixwest gelê Kurd bi hêz bike û nehêle ku dijmin çand, ziman û kevneşopiyên Kurdan winda bike.
‘BAVÊ TEYAR YEKEMÎN KES BÛ KU BI ZIMANÊ KURDÎ FÎLM DERXISTIN’
Dilcan Osman Oso, anî ziman ku Bavê Teyar ê nemir ji bo zimanê Kurdî xebateke berfireh meşandiye û got, “Ji ber zextên rejîmê me nedikarî bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin. Lê Bavê Teyar ji bo me bû lehengek. Di rewşên ku kesekî nikarîbû bi zimanê Kurdî biaxive, Bavê Teyar bi ziimanê Kurdî diaxivî û bêyî ku ji rejîma Baasê bitirse, hunera xwe bi derfetên herî kêm pêşkêş dikir.”
Dilcan Osman Oso, diyar kir ku ji ber fîlm û skeçên Bavê Teyar, cîran, malbat û gund li hev kom dibûn û got, “Bi taybet zarok gelek ji bavê Teyar hez dikirin. Bavê Teyar bi rengekî cuda diket dilê gel. Ev yek jî têkiliya xurt a bavê Teyar û civakê yên nêzîk, jidil nîşan dida. Bavê Teyar êş û kêfxweşiya gel didît û li ser vê bingehê berhemên xwe pêşkêş dikir. Bavî Teyar bi zarokan re zarok bû, bi kalan re kal bû, bi rewşenbîran re rewşenbîr bû. Yanî Bavê Teyar hêza wî hebû ku bi her kesî re bide û bistîne. Di heman demê de Bavê Teyar di gelek filmên xwe de rexne jî dikirin û gelek peyam di riya filmên komîk de ji gel re radighand. Bavî Teyar di her aliyê de ji bo me balkêş bû, hem di milê cil û bergên xwe de û hem jî di aliyê zimanê Kurdî de. Bavî Teyar êş û azarên gelê Kurd tanî ser ziman.
Bavê Teyar ne tenê li ser asta Rojavayê Kurdistanê balkêş bû, li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê balkêş bû. Ji ber van dewletên netewperest ku nedihiştin Kurd bi zimanê xwe biaxivin û tim di nav êşkenceya dewletê de derbas dibûn Bavê Teyar dixwest vî sînorî bişkîne zimanê gelê Kurd ji tevahî cîhanê re belav bike. Ez dikarim bibêjim ku Bavê Teyar stêrkek li tevhî malên Kurdistanê geriya û şopa xwe li her cihî hişt. Ez dikarim bibêjim ku di rêya wê kasêta fîlmê Bavê Teyar de civet digeriya û her kes bi kêf û xweşî li wê civatê rûdinişt. Ez ê bibêjim û her dem ez dibêjn ku Bavê Teyar sitûna bingihîn ya Şanoya Kurdî û şanogerên herî navdar yê Kurdistanê ye.”
‘REJÎMA BAAS JI BO XWE NEKIRIN KELEM’
Dilcan Osman Oso, da zanîn ku ew bi saya bavê xwe şehîd Osman Bavê Teyar naskiriye û wiha domand, “Bavê min bi bavê Teyar re şanoger bû û gelek berhem bi hev re çêkirin. Wê demê ji ber sitemkariya rejîma baas koma Bavê Teyar nikarî li cihekî fermî proveyên xwe yên lîstikan bikin. Ji ber wê li malan prova dikirin. Her dem dihatin mala me û prova. Min ji zaroktiya xwe ve Bavê Teyar nas dikir. Her kes Bavê Teyar li ser TV didît, lê min Bavê Teyar ji nêz ve didît û temaşe dikir. Bavê min û Bavê Teyar pir ji hev hez dikirin her dem bi hev re bûn. Mala me û mala Bavê Teyar bûbû yek, me ti ferq û cûdahî nedidît. Di nava koma Bavê Teyar de tiştê ku balê min kêşa, hevrêtiya komê ya germ bû. Her dem ev kom bi kêf û xweşî bi hev re kar dikirin. Ez dikarim bêjim ku yek ji bo hemûyan bû û hemû jî ji bo yekî bûn. Di nava şert û mercên demsalê û zextên dewletê de têkoşîneke xurt raber kir. Di Newrozê de ji bo ku şanoya xwe pêşkêş bikin, xwe dixistin metirsiyekê de ku rêjîma baas wan bigire û ceza bike. Lê ev tişt ji bo xwe nedikirin kelem û şanoya xwe bi serbilindî pêşkêş dikirin. Vê yekê hişt ku Bavê Teyar di dilê her welatiyek Kurdistanî de hezkirî be. Ez dikarim bibêjm ku bi saya Bavê Teyar re em gihiştin vê asta bilind ya şanoya Kurdî.”
‘MERASÎMA BAVÊ TEYAR XELEKA DAWÎ YA FÎLMÊN ‘BAVÊ TEYAR’ BÛ’
Dilcan Oso, diyar kir ku ew piştî şehadeta bavê xwe şehîd Osman di sala 2013’yan de biryar daye ku vê mîrateyê dewam bike û got, “Di vê demê de ez tevlî koma bavê Teyar bûm. Nêzî 3 skeçan min bi Bavê Teyar re çêkiriye. Yek ji wan fîlmê bi navê ‘Xîret’ bû. Berî şehadeta Bavê Teyar me kara fîlmekî bi hev re amade dikir. Wexta min şehadeta Bavê Teyar bihîst, min bawer nekir. Min got qey ew jî fîlmek ji fîlmên Bavê Teyar e. Bi rasî jî ji bo min şehadeta Bavê Teyar pir zor û bi êş bû. Merasîma veşartina cenazeyê Bavê Teyar xeleka dawî yê fîlmên Bavê Teyar bû. Mixabin ev jî tevahî ji sûcên şer yê ku li Rojavayê Kurdistanê diqewime, dibe sedem ku em bi rojane kesayetên wisa bi nirx bispêrin axê. Helbet şehadeta van kesayetan ji bo me cihê serbilndahiyê ye. Lê di heman demê de ji bo me cihê tol hildanê ye. Piştî şehadeta Bavê Teyar wê bi hezaran şanoger vê mîrateyê bidomînin. Em soz didin ku em mîrate Bavê Teyar a ji bo şanoya Kurdî danî, bidomînin û wek şanoger bi hev re em xwedî li xeta mamosteyê xwe Bavê Teyar derkevin. Daxwaza min ew e ku rêveberiya me bi me wek şanoger bibe alîkar û piştgirtiya me bike da ku em şanoya Kurdî zindî bihêlin.”