Trump banga hilweşandina Hikûmeta Demokrat a li Washingtonê kir

Serokê DYE’yê Donald Trump banga hilweşandina Hikûmeta Demokrat a li Washingtonê û ‘’bidestxistina wê’’ kir.

Komarparêzên DYE’yê beriya niha jî planên xwe yên têkildarî bidestxistina kontrola Hêrema Federal a Washingtonê anîbûn ziman lê belê di vê mijarê de bi ser neketibûn.

Lê belê di roja îroyîn de li gorî gelek çavdêran ihtîmal e ku ev yek pêk were.

Serokê DYE’yê Donald Trump roja Çarşemê îdîa kir ku rêveberiya xwecihî di mijarên sûc û bêmaliyê de ‘’erka xwe bi cih naîne’’ û piştgirî da banga bidestxistina Washingtonê ya ji aliyê rêveberiya federal ve.

Trump di daxuyaniyeke xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Bi min divê hikûmeta federal herêma Kolombiyayê bixe bin kontrola xwe (…) Ez ji Şaredarê wir hez dikim, lê belê karê xwe nake. Li herêma berbehs gelekî sûc tên kirin û gelek welatiyên li wir bê mal in. Divê em wê herêmê bi awayekî xurt  bi rê ve bibin. ‘’