Ji terora polîsan çend dîmen
Ji terora polîsan çend dîmen
Ji terora polîsan çend dîmen
Berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê di roja 10’mîn de didome, bi mirina 3 kesan û birîndarbûna hezar û 500 kesî teror û tundiya polîsan radixe berçavan.
Di serî de li Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Îzmîr û gelek bajarên din dîmen û wêneyên ku ji aliyê xwepêşandan yan jî şahindan ve hatine girtin, tê dîtin ku muameleya polîsan ya bi dehan sal li dijî gelê Kurd ya ‘dijminane’ pêktîne rewa dîtine.
Li gel polîsên ku di wêne û dîmenan de tê dîtin ku, bi hedef avêtina bombeyên gazê û bikaranîna guleyên rastîn, her wiha li Îzmîr û Eskîşehîrê îşkencevanên di destê wan de dar heyî û tê gotin polîsên ‘sivîlin’ tê dîtin. Dîsan jî dîmenên ‘yên gule berdan hewayê!’, xwepêşandanên ji ber bombeyên gazê rû û çavên wan parçar bûyî, li kolanan ji ber lêdana jop, dar û kalasan hatîn îşkence kirin.
Di malpera http://delilimvar.tumblr.com de hinek dîmenên îşkence û terora polîsên Tirk.