Komeleya Tamîl Eelam di derbarê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez de daxuyaniye nivîskî da. Daxuyaniya ji aliyê nûnera Fransayê ya Konseya Navnetewî ya Tamîl Eelam ve hat dayîn de qetilkirina siyasetmedarên Kurd hat mahkumkirin. Her wiha hat gotin ku, di 8’ê Mijdarê de endameke Tamîl Eelam bi heman awayî hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê hate destnîşan kirin ku, ew êşa gelê Kurd parve dikin û wiha gotin: “Divê rayedarên Fransayê demildest berpirsan bibîne. Ev komkujî dişibe kuştina nûnera Nelson Mandela Û ANC, Dulcîe Septembre ya di 29’ê adara 1988’an hatiye kuştin. Semtembre wê demê ji aliyê rejîma nîjadperest ku desthilatdar bû ve hat kuştin.
Niha gelê Kurd û Tamîl bi heman şert û mercan de rastî nîjadperestiyê tên. Dê dîrok edeletê bîne. Gel dê azad bibin. Ji ber ku azadî neyiniyan her tim tune dike.
Polîsê Fransayê dê di demeke nêz de berpirsan derxe holê. Her wiha em bawerin Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Manuel Valls dê komkujiya mijara gotinê ye derxe holê.”
Piştî daxuyaniyê hat gotin ku, gelê Tamîl yê Fransayê dê sibê di demjimêr 12.00’an de bi tevlîbûnek mezin beşdarî meşa Gare de I’Est ya Fransayê bibin.