Ji Swêdê hatin û ji bo Ocalan nobedê digirin

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li Strasbourgê di hefteya 313'an de ye. Koma nû ya nobedar ji Swêdê ye.

Nobenda 'Azadî ji Ocalan re', 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kiribû û bi rengekî bê navber dewam dike.

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin kete hefteya 313'an.

Nobedarên hefteya bihurî ku ciwanên Kurd û Elman bûn, çalakî vê hefteyê dewrî koma ji Swêdê kir. 4 Kurdistaniyên ku ji cihekî bi hezar kîlometreyî dûr e hatin, nobedê digirin. Koma nû ji Amara Arîn, Axmed Bavê Şiyar, Bayram Yildirim û Tahsîn Yûrtsever pêk tê.

Çalakgeran li ser nobedê nêrîna xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku heta azadiya Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.

REXNE LI WELATÊN EWROPAYÊ HATE KIRIN

Endamên koma ji Swêdê bi bîr xistin ku dîlgirtina rêberê gelekî tê wateya dîlgirtina wî gelî û gotin, ew helwesta welat û saziyên Ewropayê qebûl nakin ku dibêjin 'pîvanên demokratîk esas digirin'.

Çalakgerên nobedarê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) rexne kirin ku pîvanên xwe yên damezrandinê û hebûnê binpê dike û işaret bi fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristiya Ocalan kirin.

BANGA LI DENGDÊRÊN LI DERVEYÎ WELAT Û YÊN LI WELÊT

Çalakgeran bi bîr xistin ku dengdana ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîrnê li gelek welatan sibe êvarê diqede û bang li her kesên ku dixwazin dîktatorî biqede kirin, ji bo dengê xwe bidin. Çalakgeran ji dengdêran xwestin ku dengê xwe bidin HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş.