Ji Swêdê ber bi çeperên berxwedanê ve
Ji Swêdê ber bi çeperên berxwedanê ve
Ji Swêdê ber bi çeperên berxwedanê ve
Rahel Qedîr û Omer Sebîr ên ji Başûrê Kurdistanê, ji Swêdê hatin beşdarî berxwedana li Kobanê bûn. Qadir banga yekîtiyê li Kurdan, banga destekkirina Kobanê jî li raya giştî ya cîhanê kir. Sabir jî got, "Kobanê ji bo gelê Kurd bûye sekna serbilindî ya li dijî dijmin. Kobanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Kurdistanê sembol e."
Li gel çar parçeyên Kurdistanê ji gelek herêmên cuda mirov tên Kobanê û destekê didin berxwedana ketiye roja 73'an. Li gel şoreşger, demokrat û sosyalîstên li nava berxwedana Kobanê, bi banga seferberiyê ji çar parçeyên Kurdistanê Kurd cih digirin.
JI SWÊDÊ BER BI REFÊN YPG'Ê VE
Rahel Qadîr (29) û Omer Sebîr (35) ên di nava berxwedana Kobanê de cih digirin ji Herêma Federal a Kurdistanê ne. Lê Qadîr li Swedê ji dayîk bûye û mezin bûye, Sabîr jî ev 14 sal in li Swedê dijî. Qadîr û Sabîr ji bo ku li hemberî êrîşên li dijî gelê kurd bisekinin û li cem ên li ber xwe dinin cih bigirin ji Swedê hatine tevlî refên YPG’ê bûne, li vir têdikoş in.
Rahel Qadîr ê eslê xwe ji bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê ye diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê Kobanê ji Swedê hatiye. Qadîr wiha axivî: “Di înternetê de min kesên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve serê wan dihat jêkirin didît, ji ber vê yekê biryar da û ji bo piştgiriya gelê Kobanê hatim. Ji bo piştgiriya YPG’ê ez beriya 3 hefte û nîvan hatim vir.” Qadîr têkîldarî tiştên ku li Kobanê dîtiye jî ev tişt anî ziman: “Li Kobanê malên gule lê neketiye yan jî hilneweşiya ye nîn e. Hemû xanî hilweşiyane. Mirovên li vir dijîn vegerin jî maleke wan a lê bimînin nîn e. Divê piştgiriya navneteweyî ji bo Kobanê bê dayîn. Ez li vir tevlî YPG’ê bûm. Li vir jiyaneke pir xweş heye. Jiyaneke bi xwişk û biratî heye. Di nava 3 hefte û nîvan de min gelek tiştên xweşik dît. YPG pir bi serketî ye. Înşelah em ê bi ser kevin. Her roj jî pêşve diçin.”
'DIVÊ EM BIBIN YEK'
Qadîr destnîşan kir ku hatina peşmergeyan Kobanê baş e û ji bo gelê kurd û cihanê jî bangawaziya “Êdî divê em bibin yek. Eger em bibin yek DAIŞ nikare li ser axa me bisekine. Hemû cihan û Ewropa bila bizanibe ku; DAIŞ dijminê hemû gel û neteweyan e. Divê ew jî piştgiriyê bidin berxwedana me” kir.
'WATEYA DÎROKÎ YA BERXWEDANÊ HEYE'
Omer Sabîr ê li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û ev 14 sal in li Swedê dijî jî ji bo li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bisekine û piştgiriyê bide gelê Kobanê beriya meheke hatiye Kobanê. Sabîr bilêv kir ku hatina Kobanê tiştekî wijdanî ye û wiha axivî: “Ez li vir bang li çar parçeyên Kurdistanê dikim ku bila piştgiriyê bidin Kobanê. Divê em hemû piştgiriyê bidin Kurdistana Rojava. Kobanê hatiye hilweşandin. Piştî DAIŞ ji vir hate derxistin divê em piştgiriyê bidin vir. Divê em vê derê ji nû ve ava bikin. Divê hemû siyasetmedarên Kurd ji bo vê yekê bixebitin. Divê em di qada navneteweyî de jî xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku Kobanê ji bo gelê Kurd bûye sembola berxwedan û li dijî dijmin li ser piyan mayînê. Kobanê bû keleha me ya berxwedanê. Kobanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadiya Kurdistanê bû sembol. Berxwedana vê derê xwedî wateyeke dîrokî ye. Bi saya berxwedana vê derê Kobanê gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Înşelah em ê di demeke nêz de agahiya serketina Kobanê bidin gelê Kurdistanê.”