Ji Swêdê 300 cîhadperest li Sûriyeyê, 30 nîjadperest li Ûkraynayê şer dikin

Ji Swêdê 300 cîhadperest li Sûriyeyê, 30 nîjadperest li Ûkraynayê şer dikin

Şêwirmendê Polîsê Ewlekariya Swêdê (Sapo) Anders Thornberg, di bernameya "Hevpeyvînên Şemiyê" ya duh li Radyoya Swêdê hat weşandin de diyar kir, ku bi qasî 300 cîhadperest li Sûriyeyê di nava çeteyên DAIŞ'ê de, nêzî 30 nîjadperest jî li Ûkraynayê di nava partî û komên Nazî de şer dikin.

Sapo îdîa dikir ku heta niha yên li nav çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyeyê şer dikin 80 ye û der barê nîjadperestên Swêdî yên li Ûkraynayê bi Naziyan re şer dikin de, daxuyanî nedida.

Thornberg ji bo sedema veşartina vê agahiyê ji raya giştî got, "Ji bo em daxuyaniyeke zelal bidin, pêwîstî bi agahiyên misoger hene. Tevlîbûna gelek kesan li nav pevçûnan, ji bo min jî agahiyeke nû ye. Ev agahî di encama xebatên me yên îstîxbaratî peyda bûn."

Thornberg diyar kir ku nîjadperestên çûne Ûkraynayê bi qasî cîhadperestan xetere nîn in û got, "Em her kesên dikarin gefê li Swêdê bixwin, dişopînin. Ji bo em pêşî bigirin ku tiştekî bikin, em wan dişopînin. Yên çûne Sûriyeyê û vegeriyane, dibe ku wezîfeyeke wan a tevlîbûna cîhada global hebe. Ji bo yên çûne Ûkraynayê em heman tiştî nafikirin. Ciwanên diçin Ûkraynayê hînê bikaranîna çek û teqemeniyê dibin û kapasîteya xwe zê dikin."

Thornberg da zanîn ku beriya niha bi 6 mehan hejara cîhadperestên diçûn Sûriyeyê kêm bûbûn, lê di nava çend mehên dawî de ev beşdarî ji nû ve zêde bûye. Thornberg diyar kir ku cîhadperestên li Swêdê vegeriyane ji bo Swêdê gefeke û niyeta wan a êrîşên terorê heye.

Thornberg da xuyakirin, ku ew astengkirina çûyîna Sûriyeyê weke pêwîstiyeke mezin dibînin û destnîşan kir ku di vî warî de guhertina qanûnan ji aliyê hikûmetê ve, erênî hatiye pêşwazîkirin.

Di civîneke meha Îlonê ya li Stocholmê de ANF'ê bibîr xistibû ku ji Swêdê gelek cîhadperest çûne Sûriye û Başûrê Kurdistanê ji bo şer bikin û pirsa 'Çima çûyîna van nayê astengkirin?' li Thornberg pirsî bû.

Thornberg ji bo vê pirsê gotibû, "Li gorî qanûnên Swêdê em nikarin pêşî li kesî bigirin ku biçe wir. Em nizanin ka ew sûc dikin yan na. Em nikarin pasaportên mirovan ji destê wan bigirin û nehêlin derkevin derveyî welat" û îdîa kiribû ku li welatên demokratîk nêzîkatiyeke bi vî rengî tê nîşandan.