Di civinê de xalên ku li ser li hev hatine kirin wiha ne:
* Sûriye ji ber ku xwedi çand û zimanekî geleke, ji bo wê pêwîste xalên di Destûra Sûriyeyê de ji bo hemû gel û netewan be. Hemû bawerî û olên gelan bixe di garantiyê de.
* Çand û Zimanê Asûrî-Suryanî di nava ziman û çanda netewî ya Sûriyeyê deye. Nûnerê dîroka şaristaniya Sûriyeyê ye. Ji ber wê pêwîste zimanê Asûri-Suryanî weke ziman û çandê Sûriyeyê were dîtin. Di destûra bingehîn de divê nasname, netew, ziman û çand were mîsoger kirin û divê bê garantî kirin.
* Mafê gelê Asûrî-Suryanî, rol û îradeya wê ya siyasî di Destûra Bingehin a heyî de tê inkarkirin. Ji ber wê pêwîste nûnerên Asûrî-Suryanan ji bo hevdîtinên Cenêvê bên dawet kirin û beşdarî bikin.
* Li Sûriyeyê nasnameya hemû gelan were naskirin. Her wiha avakirina dewleteke netewî ku nirxên moderîntiyê û serdemê bigre dest jî girîng e ku rêgeza wekheviya di navbera welatiyan de stûna wê be û dewlet bi nasnameya pêkhateyekî , neteweyekî yan olekî neyê nas kirin, ev dewlet jî di dewleta demokratîk û ilmanî de tê bicih anîn, ku li ser bingehên dad, wekhevî, hevbeşiya rasteqîn di navbera tevahî pêkhateyên netewî de tê avakirin.
* Sîstema Federasyona modern li hemû Sûriyeyê di nava bingehekê de were danîn û destpêkê hemû aliyên sîstema federasyonê were fêmkirin û bidin fêrkirin. Ji bo vê jî tişta pêwîst mijara destpêkê, sîstema navendî û hişmendiya wê were derbaskirin. Li dijî desthilatdariyê û desthilatdariyê eniya demokrasiyê were bihêzkirin.
* Ferzkirina destûra bingehîn a Sûriyeyê ji her aliyekî derve tê red kirin. Çêkirina destûran tenê girêdayî gelê Sûriyeyê ye. Hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn, netew, olî, siyasî, civakî û hemû saziyên Sûriyeyê ji bo çêkirina destûrekî bingehîn bi şêweyekî aktîv beşdarî xebatan bibin.
* Pêşketinên di rojevê de were şopandin û nirxandin. Li aliyê din hevgirtina dinavbera gelên Asûrî-Suryaniyan de bi şêweyekî koordîne û ji bo hê bêhtir were xurtkirin her du partî wê civînên hevbeş berdewam bike û were xurtkirin.”