Ji Sûriyeyê bo lêkolînkirina çekên kîmyewî destûr
Ji Sûriyeyê bo lêkolînkirina çekên kîmyewî destûr
Ji Sûriyeyê bo lêkolînkirina çekên kîmyewî destûr
Rejîma Sûriyeyê, serdana herêmên ku tê gotin çekên kîmyewî lê hatiye bikaranîn, a lêkolînerên çekên kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) qebûl kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon daxuyaniyek nivîskî da û got dê komek lêkolîner di demeke kurt de biçin herêmê.
Tê payîn ku ev kom li Han el Assal ya ji bilî Halebê jî ziyaret bikin.
Di serê vê salê de hat îdiakirin ku li herêmên bakurê welat çekên kîmyewî hatine bikarnaîn û di êrîşan de herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Han el-Assal di meha Adarê de nîqaşên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn hatin kirin û muxalîf û rejîmê hevû din sûcdar kiribûn.
Lêkolînerên NY’ê du herêmên din yên ku dê ziyaret bikin aşkera kirin. Lê texmîn kirin ku ev herêm li nêzî Humus û Şamê ne.
Erêkirina serdana ziyareta hefteya borî piştî serdana Ake Sellstrom û Angela Kane yê Nûnerê Bilind ê Karên bêçekdarkirinê yê NY’ê hat.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban ji bo ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike destûr ji Sûriyeyê xwestibûn.