BI DÎMEN

Ji siyasetmedarên Elman peyama li ser Newrozê û banga Rêber Apo

Alîkarê Serokwezîrê Eyaleta Hessenê Kawa Mansouri û Parlamenterê Federal Armand Zorn Newroza gelê Kurd pîroz kirin. Zorn banga dîrokî ya Rêber Apo weke 'gaveke wêrek' pênase kir û got, divê hikumeta Tirk bi berpirsyariya xwe rabe.

NEWROZA FRANKFURTÊ

Alîkarê Serokwezîrê Eyaleta Hessenê Kawa Mansouri û Endamê Meclîsa Federal a Elmanyayê Armand Zorn ê ji SPD'ê, ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bûn, hem li ser Newrozê hem jî li ser banga dîrokî ya Rêber Apo bersiv da pirsên ANF'ê.

NEWROZ SEKNA LI DIJÎ ZEXTÊ TEMSÎL DIKE

Kawa Mansouri Newroz li gelê Kurd pîroz kir û anî ziman ku Newroz destpêkeke nû ye, nîşaneya hêvî û aştiyê ye, di heman demê de sekna gelan a li hemberî zextê. Mansouri diyar kir ku Newroz ji ber vê yekê xwedî wateyeke girîng e û got, "Ji bo min gelekî girîng e ku îro li vê derê me û peyama xwe bi xwe radigihînim. Ya rast, her sal têm qada Newrozê ya li vê derê. Îsal gelek mirov hatin Frankfurtê, Newroz bi rengekî aştiyane pîroz kirin û ez ji vê yekê kêfxweş im."

'NEWROZA ÎSAL XWEDÎ WATEYEKE HÎN CUDA YE'

Mansouri işaret bi mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan kir û destnîşan kir ku ev yek ji bo gelê Kurd jî derbasdar e. Mansouri bi bîr xist ku li Eyaleta Hessenê gelek Kurd hene û got, "Girîng e ku tiştên ji bo civaka Kurd girîng in, ji mirovên re jî bêne nîşandan. Lewma tevlîbûna gelek mirovan li vê festîvala îro ji bo danasîna çanda Kurdan cihê kêfxweşiyê ye. Ez bi xwe Îranî me û di nava civaka me de ev cejn bi rengekî cuda tê pîrozkirin. Lewma hebûna li vê derê weke şexs ji bo min bi wate ye."

Mansouri herî dawî got 'Newroz pîroz be' û careke din Newroz li gelan pîroz kir.

'HÊVÎ Û HÊZA JI BO CÎHANÊ GIRÎNG E'

Endamê Meclîsa Federal a Elmanyayê Armand Zorn jî got, "Newroz festîvala hêvî, ronahî, piştevanî û yekîtiyê ye. Ji ber ku îro li vê derê em bi renekî aştiyane pîroz dikin, ez gelekî kêfxweş im." Zorn bal kişand ser wan mirovan ku nikarin tevlî Newrozê bibin û zext li wan têne kirin û destnîşan kir ku piştevaniya bi van mirovan re û şandina hêz û hêviyê ji cîhanê re girîng e.

'DIVÊ HIKUMETA TIRK GAVÊ BIAVÊJE'

Zorn banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo weke 'gavake bi wêrekî' pênase kir û got, "Gotina, 'Ez ji aştiyê re amade me, amade me bibim beşek ji çareseriyê ku her kes bi rengekî aştiyane û ewle lê bijîn' gaveke gelekî xurt e."

Zorn destnîşan kir ku erka hikumeta Tirk e ku vê gavê qebûl bike, dewam bike, bike ku aştî pêk were û got, "Endametiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê mijareke ku demeke dirêj e tê nîqaşkirin. Krîterên Yekîtiya Ewropayê hene. Dewleta hiqûqê, nîşaneyên aborî û demokrasiyê çend ji wan pîvanan e. Em her tim vekirîne ku van binirxînin û ji xwe demeke em li ser vê diaxivin."

'ELMANYA DIKARE BIBE NAVBEYNKAR'

Li ser rol û mîsyona Elmanyayê ya di pêvajoya aştî û diyalogê de Zorn got, "Elmanya li cîhanê her tim bûye navbeynkarekî baş. Di vê mijare de jî em dikarin tevkariyê bikin. Em dikarin pirên pêwîst ava bikin."

Zorn destnîşan kir ku hem aliyê Kurd hem jî aliyê Tirk eger daxwaza navbeynkariyê bikin Elmanya dikare bi vê rolê rabe.

Zorn ev bangg li hikumeta Tirk kir; "Ji bo dewamkirina vê pêvajoyê pêwîste hikumeta Tirk îradeyeke cidî nîşan bide. Divê li hevdîtinan vekirî be û berê xwe timî li wergirtina encamê be ku dawiya dawî ji bo her kesî aştî û ewlekarî pêk were. Gava destpêkê hate avêtin lê belê ev yek teqez têrê nake."

TÊKOŞÎNA KURDAN JI MIN RE DIBE ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ

Zorn destnîşan kir ku gelê Kurd her tim têkoşîneke bi wêrekî û xurt meşandiye û ggot, "Bi heman rengî dewam bikin. Dilxwaziya we ya ji bo parastina doza xwe, piştevaniya we ya bi hev re û komên cuda re her tim dibe çavkaniya sûdwergirtinê. Ji kerema xwe bi vî renî dewam bikin."