Ji Siyasetmedarê Kurd Mûstefa Sarikaya re azadî hate xwestin

Siyasetmedarê Kurd Mûstefa Sarikaya li Norveçê hate girtin. Kurdistaniyan beriya rûniştina doza danê sibehê li pêşiya avahiya Wezareta Edaletê ya Norveçê çalakiyek li dar xistin, daxwaza azadiya Sarikaya kirin.

Siyasetmedarê Kurd Mûstefa Sarikaya ê weke qiseker wê beşdarî semînera li Norveçê bibûya hate girtin. Kurdistaniyan beriya rûniştina doza danê sibehê li pêşiya avahiya Wezareta Edaletê ya Norveçê çalakiyek li dar xistin, daxwaza azadiya Sarikaya kirin.

Siyasetmedarê Kurd Mûstefa Sarikaya ê ku wê weke qiseker tevlî semînereke li paytexta Norveç Osloyê bibûya hatibû binçavkirin, ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Moosyê tê ragirtin. Kurdistaniyên ku li Osloyê dijîn, beriya rûniştina doza danê sibehê, nêzîkatiya Norveçê protesto kirin û ji bo azadiya Sarikaya çalakiyek li dar xistin.

Girseya ku pankartên mîna “Sarikaya serbest berdin” û “Piştgiriya Erdoganê dîktator neke” hatin vekirin. Bi dirûşmeyan ve daxwaza berdana Mûstafa Sarikaya hate kirin.

...