Ji şêwekara Kurd Karaaslan pêşengeha Kurdistan û jin

Ji şêwekara Kurd Karaaslan pêşengeha Kurdistan û jin

Şêwekara Kurd a ji navçeya Kurecîkê ya Meletiyê, bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember jinê, 1. pêşengeha xwe ya wêneyan vekir.

Pêşengeh li bajarê Elmanyayê Wanne- Eickelê, li Cafe Klachê vebû.

Di pêşengehê de, xwarinên Kurdî û yên din hatin pêşkêşkirin.

Piştre, xwediyê Die Kleine Galerî yê di heman demê de mamosteyê Hatîce Karaaslan e Herr Berhold axaftinek kir.

Berthord kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Naveroka wêneyên Haticeyê Kurdistan û jinên Kurd in û destnîşan kir ku di mijara Kurdan de jî, ew xwedî eleqe ye. Her wiha ji şagirta xwe re serkeftin xwest.

Tevî tevahiya wêneyan, wêneyên Roboskî, Kobanê, Nemrûd û Heskîfê jî, bi baldarî hatin temaşekirin.

Herî dawî Koma Amargî derket ser dikê û mûzîka Kurdî pêşkêşî mêvanan kir.

Şêwekar Hatice Karaaslan di 11 saliya xwe de, weke zaroka malbateke karker, ji Kurecîka Meletiyê hat Elmanyayê. Zewiciye û diya 2 zarokan e.