Ji Serokkomarê Qibrisê ji bo azadiya Ocalan îmze
Ji Serokkomarê Qibrisê ji bo azadiya Ocalan îmze
Ji Serokkomarê Qibrisê ji bo azadiya Ocalan îmze
Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî hatiye destpêkirin de çû serdana Komara Qibrisê.
Kem di serdana xwe ya hefteyekê berdewam kir de bi Serokkomarê Qibrisê Dimitris Hristofyas, Serokê parlementoyê Yiannakis Omirou, Sermetranê Dêra Ortodoks a Rûmê II. Hrisostomos, Serokê Rûmetê yê Enternasyonalîsta Sosyalîst Vassos Lissarides, namzendên Serokkomariyê Stavrio Malas, Wezîrê Enerjiyê Neokilis Siliçodis û Şaredarê Limasol a ku Komeleya Kurdan a Teofilos lê ye Andreas Hristo, Partiya Pêşverû ya Gel a Kedkar AKEL, Tevgera Sosyal-Demokrat EDEK, Partiya Ewropayê-EVROKO, Partiya Demokratîk DÎKO, Nunerên Partiya Keskan a Qibrisê re hevdîtin pêk anî.
DI SERDANÊ DE JI BO HEVDÎTINA PIŞTGIRÎ, JI BO KOMKUJIYA PARÎSÊ SERSAXÎ
Di şandeya Kurd de, tevî Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem, Nunerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Qibrisê Selehdîn Bayram û li ser navê Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd a Qibrisê Suleyman Demîr cih girtin. Di serdanan de qetilkirina sê siyasetkedarên Kurd ên jin a li Parîsê pêk hat, destpêkirina hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletaê Tirk de, bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, Kampanyaya Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî, pêşketinên têkildarê çareseriya pirsgirêka Kurd,pêvajoya di navbera Tirk û Rûman de hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinan de hate destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bibe, her wiha hate diyarkirin ku çareseriya vê pirsgirêk li Tirkiye, Sûriye û Îranê dê ji bo çareseriya pirsgirêkên din ên li van welatan girîng be û bi taybet ji bo pirsgirêkên Ermenîstan û Qibrisê jî dê girîng be.
Rayedarên Qibrîsî di vê çarçoveyê desteka xwe ya ji bo hevdîtina dewleta Tirk bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daye destpêkirin destnîşan kirin û kampanyaya îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan hatiye destpêkirin weke xebateke girîng û bi wate nirxand. Her wiha, rayedarên Qibrisî qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) şermezar kirin û ji bo gelê Kurd sersaxî xwestin.
HRISTOFYAS: OCALAN DÊ AŞTIYÊ BÎNE ROJHILATA NAVÎN
Serokomar Hristofyas di hevdîtina xwe ya xwe li cihê xwe yê serokatiyê pêk anîn û saetek û nîvê berdewam kir de ji heyeta kurd re wiha got: “Ez piştgiriyê didim kampanyayê û îmze dikim. Ji ber ku ez bawerim ku dê fikrên Ocalan aştiyê bîne Rojhilata Navîn.” Ligel vê Serokê Parlamentoyê Omîrou, Serokê Rumetê yê Sosyalîst Enternasyonel Lîssarîde û sermetranê Dêra Ortadoks a Rum II. Hrisostomos û hemû nûneriyên partiyên siyasî jî diyar kirin ku dê ji bo gelê Kibrisê tevli kampanyaya îmzeyan bibe çi ji destê wan bê dê bike.
ÇAPEMENIYA KIBRISÊ CIHEKÎ BERFIREH DAYÊ
Di vê navberê de hevdîtinên heyeta kurd ya bi rayedarên Qibrisê re bi awayekî berfireh di çapameniya Qibrisê de cih gir. Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem jî diyar kir Ajansa Nûçeyan a Qibrisê (CNA) di gelek mijaran yê di rojevê de di serî de kampanyaya ji bo Ocalan Azadî de roportajek pêk aniye û di ev roportaj di gelek tv û rojnameyan de cihê xwe girtin.
Li aliyê di çarçoveya kampanyaya ‘ji bo Ocalan Azadî’ de niha li Kibrisê 15 hezar îmze hatine berhevkirin.