Ji Saziya Malbatên Şehîdan merasîmên 18’ê Gulanê
Ji Saziya Malbatên Şehîdan merasîmên 18’ê Gulanê
Ji Saziya Malbatên Şehîdan merasîmên 18’ê Gulanê
Li Rojavayê Kurdistanê di 18’ê Gulanê de bi boneya "Roja ŞEHÎDAN" welatî dê biçin serdana Goristanên Şehîdan ên li hemû bajar û navçeyên Rojava. Saziya Malbatên Şehîdan bang li welatiyan kir ku bi girseyî tevlî merasîma bîranîna cangoriyên tekoşîna azadiya Kurdistanê bibin.
Bi munasebeta 18’ê Gulanê Roja ŞEHÎDAN Saziya Malbatên Şehîdan a Rojavayê Kurdistanê bernameya xwe ya merasîma bîranînê bi vî awayî eşker kir.
Qamişlo
Li Qamişlo dê merasîma bîranînê di 18’ê Gulanê saet di 15.30’an de li Goristan Şehîd Delîl Sarûxan a li Taxa Enteriyê were lidar xistin. Di merasîmê de dê 17 cangoriyên azadiyê ku di nava tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane û her wiha dê 40 rojiya şervanê YPG’ê Cûdî Ferhan ê ku li Qamişlo di encama êrîşa hêzên rêjîma Baas de tevî 2 hevalên xwe jiyana xwe jidest da werin bibîranîn.
Amûdê
Li Amûdê di 18’ê Gulanê saet di 17.00’an de dê merasîma bîranîna 5 cangoriyên azadiyê li ber Navenda Tevgera Ciwanên şoreşger were lidar xistin. Piştî merasîmê girse dê biçe serdana Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir ya li rojavayê Bajêr.
Dêrik
Li Dêrikê bi heman armancê dê welatî saet di 14.00’an de li Meydana Azadî werin cem hev. Ji vir dê girse berê xwe bidin Goristana Şehîd Xebat û bi tevlîbûna şêniyên herêma Beravê dê merasîm were lidar xistin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dê merasîma leşkerî lidar bixe. Her wiha dê li gundê Qereçox a herêma Koçerat saet di 15.00’an de dê merasîm were lidar xistin.
Dirbêsiyê
Li Dirbêsiyê jî saet di 14.00’an de navenda Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya endamên malbatên şehîdan ji Serêkaniyê û Dirbêsiyê, her wiha şêniyên bajêr bi merasîmekê dê were vekirin. Piştî merasîmê dê girse berê xwe bide Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Gundê Berkevirê.
Eferîn
Li Efrînê jî bi heman munasebetê di 18’ê Gulanê saet di 07.00’an de dê welatiyên ji Efrîn û navçeyên wê biçin Goristanên Şehîdan. Şêniyên Efrîn û navçeyên wê Şera, Bilbilê û Şêrawa wê biçin Goristana Şehîd Refîq a Gundê Metîna. Di haman demê de dê şêniyên Şiyê, Mabeta, Raco û Cindêrisê jî wê biçin Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra li herêma Çiyayê Qiziqlê. Her wiha saet di 10.00’an de merasîma bîranînê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê dê were lidar xistin. Di merasîmê de wê 50 cangoriyên azadiyê werin bîranîn. Li Efrînê dê hemû esnaf dikanên xwe bigirin.
Kobanê
Li Kobanê jî bi heman armancê di 18’ê Gulanê saet di 10.00’an de wê merasîma bîranînê li Goristana Şehîdan a gundê Tirmik were lidar xistin.
Merasîma bîranînê li gundê Dirbazin saet di 15.00’an de wê were lidar xistin û dê biçin serdana gora Şehîd Mezlum Seydo.
Girkê Legê
Li Girkê Legê jî roja 18’ê Gulanê saet di 16.00’an de li Goristana Şehîd Hogir Mihemed a li Gundê Abra merasîma bîranîn ê dê were lidar xistin. Welatiyên ji Girkê Legê, Rimêlan, gundên Aliyan û Çelaxa dê tevlî merasîmê bibin.
Hesekê
Li Bajarê Hesekê jî di 18’ê Gulanê saet di 17.00’an de dê merasîm li meydana Şehîdan a taxa Miftî were lidar xistin. Pişî merasîmê dê girse berê xwe bidin Saha Xeto û navê wê bikin Meydana Şehîd Delîl.