Ji sazî û partiyên Kurd helwesta hevpar: Di referandûmê de bêjin ‘NA’
Heyeta ku ji rêveberên DBP, HDP û HDK’ê pêk dihat, di serdana bi saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Amedê de diyar kir ku êdî dem dema avakirina yekîtiya gelê Kurd e.
Heyeta ku ji rêveberên DBP, HDP û HDK’ê pêk dihat, di serdana bi saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Amedê de diyar kir ku êdî dem dema avakirina yekîtiya gelê Kurd e.
Heyeta ku ji Serokwekîla Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Parlemeterê HDP’ê Îmam Aşçîer û Endama Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Gulîstan Akel pêk dihatin, serdana ku duh li Amedê ya bi tevger û partiyên Kurdistanî hatibû destpêkirin, îro jî dewam kir. Di bernameya îro ya serdanê de Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP), NÛBIHAR, Tevgera Azadî û Komleya Kurd a Demokrat û Şorşeger (DDKD) hebû. Heyeta ji DBP, HDP û DTK’ê pêk dihat, ji aliyê nûner û saziyên partiyan ve hatin pêşwazîkirin.
‘DIVÊ DI REFERNADÛMÊ DE BI HEV RE NA’YÊ BIRÊXISTIN BIKIN’
Gulcîhan Şîmşek a ku di serdana li avahiya Tevgera Azadî hate lidarxistin de axivî diyar kir ku armaca serdana wan Yekîtiya Netewî ya Kurd û di çarçoveya xebatên referandûmê ye. Şîmşek diyar kir ku di roja me ya îro de hewl tê dayîn ku Rojhilata Navîn ji nû ve bê dîzayn kirin, li dijî vê jî divê Kurd ne di rewşkî qels de be. Şîmşek bibîr xist ku êdî dem dema yekîtiyê ye, bi yekîtî û hevkariyê armacên hevpar bi ser dixe. Şîmşek wiha got: “Divê em di referandûmê de bi hev re ‘NA’yê birêxistin bikin. Bi gotina ‘NA’ tê wateya bidawîkirina polîtîkayên qikirin û hilweşandinê ya li Kurdistanê.”
Piştre jî Parlemeterê HDP’ê yê Amedê Îmam Aaşçîer mafê axaftinê girt û diyar kir ku neserkeftina serhildana Şêx Seîd ji neykbûna yekîtiya gelê Kurd bû û got: “Eger ku li Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî li hev kom bibin wê moralekê bide çar parçeyeyên din jî, eger diyalog û yekîtiyê sax bikin wê li parçeyên din jî pêk were. Ji ber vê divê em tim bên gel hev û pirsgirêkên xwe bi gotûbêjan çareser bikin.”
‘LI DIJÎ KURDAN ÎMHA Û HELANDINÊ DIDOMÎNIN’
Endama Dîwana DTK’ê Gulîstan Akel diyar kir ku rêvebirina welat a ji aliyê 500 kesan an jî kesekê ve ji bo Kurdan ti tiştî nade guhertin û wiha pê de çû: “Dibe ku em partiyên ji hev cuda bin, lê Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku em jêre dibêjin li nava dilê Kurdan de tê kirin. referandûm ji bo me çerxerêyeke, dixwazin sîstema perlemeteriyê bigûherin. Ev ji bo me tiştekî nade gûhertin. Wê her demê li dijî Kurdan polîtîkayên îmah û helandinê bidomînin. Bi gotina ‘NA’ wê ji bo Kurdan xêrê bîne.”
‘JI BO SIBEROJA KURDISTANÊ DIVÊ EM BIBIN YEK’
Berdevkê Tevgera Azadî yê Sedat Dogan ê ku di serdanê de mafê axaftinê girt bibîr xist ku li Rojhilata Navîn ti roj nîne ku Kurdek neyê kuştin, gelekî nêzî 50 milyon nifûsa xwe heye hê jî perwerdehiya bi zimanê dayîkê perwedeyê nabîne. Dogan destnîşan kir ku bi hezaran sale zilm û zext li ser Kurdan tê kirin û ti kes nikare bit irs û gefan Kurdan teslîm bigire. Dogan diyar kir ku divê Kurd yekîtiya xwe ava bike, bê ku yekîtî bê avakirin Kurd nikarin tiştekî jî bi dest bixe, ji bo siberoja Kurdistanê biryarên hevpar ên di nava Kurdan de bê girtin pir girînge.