Ji RSF banga Bagdû: Divê kujer û hêzên li pişt bên dîtin

Ji RSF banga Bagdû: Divê kujer û hêzên li pişt bên dîtin

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a Navneteweyî (RSF), qetilkirina xebatkarê Kargeha Belavkirina Firatê Kadrî Bagdû bi zimanekî tund şermezar kir û destnîşan kir ku vê cînayetê salên 1990'î aniye bîra mirovan.

RSF a navenda wê li Parîsê ye, der barê belavkarê rojnameyên Kurd Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Kadrî Bagdû yê roja 14'ê Cotmehê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku qetilkirina Bagdû ji nêz ve, serdema tarî ya dîroka nêz a Tirkiyeyê aniye bîra mirovan.

Belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Bagdû Yê 46 salî, dema li taxa Şakîrpaşa ya navçeya Edene Seyhanê rojname belav dikir, du kes bi motorsîkletê nêzî wî bû û gule le reşandin. Bagdû, ku pênc fîşek li bedena wî ket, piştî çend saetan jiyana xwe ji dest da.

Xebatkarê Kargeha Belavkariya Firatê Kadrî Bagdû 17 sal bû ku ev wezîfe dikir.

RSF'ê da xuyakirin ku ev cînayet di hefteyeke ku pevçûnên giran ên 30 salên dawî qewimîn de, rû da.

Nûnerê RSF yê Buroya Rojhilat Ewropa û Asya Navîn Johann Bihr, bi peyamekê ji xizm û hempîşeyên Bagdû re sersaxî xwest û xwest, "Ji bo di dema herî nêz de kujer û yên li pişt wan bên dîtin, lêpirsîneke xurt û bêalî bê meşandin."

Bihr bang li rayedaran û hemû aliyan kir ku ji bo rewşa aloz mezintir nebe û cînayetên nû rû nedin, bikevin nava hewldanan.

RSF'ê bibîr xist ku vê cînayetê salên 1990'î yên hingî pevçûn lê giran bû aniye bîra mirovan û diyar kir ku di wê demê de nêzî 20 rojnamevan hatin kuştin.