Ji rojnamevan re doza ‘simbêl di ser lêvan’ hate vekirin

Walitiya Wanê di derbarê Rojnamevan Oktay Candmir ku nivîsek nivîsandibû bi sûçê ‘heqaret li erkdarê kamuyê’ kiriye doz vekir

Rojnamevan Oktay Candemîr di dîroka 22’ê Kanûna 2017’an de li ser malpereke ya nûçeyan têkildarî Walî, Şaredarên Bajarên Mezin yên DBP’yî dike hedef bi sernivîsa ‘bileksê simbêl di ser lêvan’ re, piştre Walitiyê Wanê Mûrat Zorlûoglû giliyê Rojnamevan Candemîr kir.

‘DOZA ‘SIMBÊL DI SER LÊVAN RE’ A CANDEMÎR WÊ ROJÊN PÊŞIYA ME DEST PÊ BIKE

Li ser daxwaza Walî Serdozgeriya Komarê ya Wanê kete tevgerê Waliyê Wanê Zoroğlu simbêlên di ser lêvan re berda. Her çi bûbe piştî van gotinan bû'. Ji ber vê gotinê li ser Camdemîr îdîaname hate vekirin û pêşkêşî dadgehê hate kirin. Dozgeriyê bi îdîaya Candemîr heqaret li erkdarê kamuyê kriye daxwaza cezayê dike. Doza ‘Simbêl di ser lêvan re’ a Candemîr wê rojên pêşiya me li Dadgeha Cezayê Asliye were kirin.

‘ÊDÎ AXAFTINA JI BO ‘SIMBÊL DI SER LÊVAN RE’ BÛ SÛÇ

Walitîya Wanê li pey modaya AKP’ê çû û simbêl di ser lêvan re berda. Candemîr got ‘êdî axaftina ji bo simbêl di ser lêvan’ re bûye sûc û nerazîbûn nîşan da.