Ji Roger Waters piştgiriya ji bo Gezî

Ji Roger Waters piştgiriya ji bo Gezî

Solîstê koma Pînk Floyd Roger Waters, di konsera li Stenbolê da, piştgiriya xwe ya ji berxwedana Parka Gezî anî ziman.  Waters di axaftina xwe de ji bo kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan gotina “Kesên ji ber terora dewletê jiyana xwe ji dest dan” bi kar anî.

Di çarçoveya turneya “The Wall Live” ya wek produksiyona herî mezin a cîhanê tê naskirin hunermend Roger Waters ê li Stadyuma Zanîngeha Teknîk a Stenbolê (ÎTU) konser da ji bo kesên di berxwedana Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dan bi Tirkî gotina “Kesên ji ber terora dewletê jiyana xwe ji dest dane” bi kar anî û ew bi bîr anî. Bi hezaran kesên ku stadyum tijî kirin dirûşmayên “Her cih Taksîm, her cih berxwedan, “Ev destpêk e wê berxwedan dewam bike” qîr kirin.