Ji rêxistinên kedê banga 1’ê Gulanê
Sendîkayên girêdayî KESK û DÎSK’ê, bang li her kesî kir ku di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, wiha gotin: “Qetlîam û dorpêçê bişkînin.”
Sendîkayên girêdayî KESK û DÎSK’ê, bang li her kesî kir ku di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, wiha gotin: “Qetlîam û dorpêçê bişkînin.”
Sendîkayên girêdayî KESK û DÎSK’ê, bang li her kesî kir ku di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, wiha gotin: “Qetlîam û dorpêçê bişkînin.”
Ji 1’ê Gulanê re çend roj mane, sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” vekirin, dirûşmên “Ne şer ji bo kedkaran bace” û “ Karkerên dibin yek winda nakin” berz kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser qetlîama li ser jinan û destdirêjiya li hember zarokan jî, dowîzên mîna “Qetilkirina jinan polîtîk in” û “Ji destdirêjiya li hember zarokan re na” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Cîgirê Serokê Şaxa No 2 a Şaredariya-Îş’ê Ercan Gurunlu axivî û diyar kir ku divê bi awayekî xurt xwedî li 1’ê Gulanê bê derketin. Her wiha Nûnerê Herêma Marmara yê Gida-Îş’ê Îbrahîm Kizilger jî destnişan kir ku divê xwepêşandan ne tenê li Taksîmê sînordar bimîne û wiha got: “Karker dixwazin 1’ê Gulanê li Tûzla, Esenyûrt û Guneşliyê jî pîroz bikin.”
Piştî axaftinan Pisporê Rêxistinkirinê yê Derîteksê Veysel Aslan da xuyakirin ku divê bi biryardarî têkoşîna xwe bimeşînin û wiha anî ziman: “Xeta têkoşîna pratîkî ava bikin. Qetlîam û dorpêçan bişkînin.” Aslan bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê jî, divê li dijî dorpêç û oparasyonan 1’ê Gulanê gel tev dakeve qadan. Aslan bang li hemû jinên ku rastî zext û êrîşan tê jî kir, got: “Bi cesareta 8’ê Adarê, di 1’ê Gulanê de jî dakevin qadan.”