Ji polîsên Kerkûkê operasyon
Ji polîsên Kerkûkê operasyon
Ji polîsên Kerkûkê operasyon
Polîsên Kerkûkê li dijî kesên ku biryara dadgehê der barê wan de hebû, operasyonek pêk anîn û 15 kes binçav kirin.
Şefê polîsan Emîd Xetab der barê bûyerê de agahî da PUK Mediayê û diyar kir ku operasyon li kolana Rubey Şarî ya navenda bajarê Kerkûkê pêk hat û got: “Operasyon li ser daxwaz û destûra dozgeriya Kerkûkê pêk hat. Kesên ku hatin binçavkirin bi awayekî bê destûr ji başûr û navîna Iraqê hatine Kerkûkê û li vê taxê bi cih bûne.”
Şefê hêzên polîsên ên Kerkûkê diyar kir ku piraniya teqînên li navenda bajêr pêk tên, ji aliyê kesên bê destûr dikevin Kerkûkê ve tên pêkanîn û da zanîn ku xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Polîsên Kerkûkê di meha buhrî de operasyon pêk anîn û li navenda bajêr gelek kesên ku hatin girtin, madeyên teqemeniyê bi wan re hatine dîtin.