Di 4'ê Mijdarê de piştî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş hatin binçavkirin û girtin, li Îzmirê gel derket kolanan û qirkirina siyasî şermezar kir. Polîsan êrîş bire ser girseya ku di navde endam û rêveberên Ked û Demokrasiyê hebûn û li navçeya Alsancakê daketin kolanan. Di êrîşa polîsan de 58 kes hatin binçavkirin. 58 kes bi lêdan û tundiya polîsan hatin binçavkirin. Piştî 2 rojan di bin çavan de man, bi fermana dozgeriyê serbest hatin berdan. Kesên hatin berdan diyar kirin ku di bin çavan de rastî îşkenceya fîzîki û derûnî hatine.
HACAY YILMAZ: EM WÎ DÎSA NAKIN SEROKDEWLET
Rêvebera HDP'ê ya Bajar Hacay Yilmaz ku birin QereqolaAnafartalarê û piştre birin midûriyeta polîsan, diyar kir ku di bin çavan re rastî lêdan û neheqiyên giran hatine. Yilmaz, anî ziman ku polîsan destê wan li pişt wan kelepçe kiriye û ji ber tundiya polîsan û kelepçeya ters destê gelek hevalên wan xwîn bûye. Yilmaz, anî ziman ku polîsan neheqî li wan kir û wan jî li dijî neheqiyê di ber xwe da û wiha got: "Li dijî siyaseta demokratîk êrîşa tevahî heye. Em wê tev gelê xwe bersîvek xurt bidin. Em wê bi ser kevin û em wî nakin Serokdewlet."
YENTUR: ZOR LI ME KIRIN KU EM ALA TIRK SILAV BIKIN
Gamze Yentur ku hat binçavkirin jî anî ziman ku dema hatin binçavkirin û di wesayîtê de polîsan êşkence li wan kir û wiha got: "Dema em birin Şaxa TEM'ê jî polîsan em darp kirin. Ji dema em hatin binçavkirin heta em birin TEM'ê li me dan. Me mafê xwe yê demokratîk pêk anî. Dema polîsan êrîş kir me xwe avêt hundirê dikanê. Lê polisan cama dikanê şikandin û ketin hundir. Ji ber cam şikesdin 2 kes birîndar bûn. Dema polîsan em binçav kirin em darp kirin. Polîsekî got 'Ez wê vî copî têxim we' Bi zorê şopa tiliyên me girtin. Di bin çavan de zor li me kirin ku em ala Tirka silav bikin."
GENCER: EZ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ KIRIM LÊ EZ NEBIRIM
Welatiyê bi navê Firat Gencer jî anî ziman ku ku dema hat binçavkirin şidet û tundî li ser kirine û wiha anî ziman: "Dema em binçav kirin êşkenceyek dijwar li me kir. Em dûrî bûyerê bûn. Lê dîsa em binçavkirin. Ez li gel Nûnerê Herêma Ege ya ÎHD'ê hatin binçavkirin. Nêzî 10 polîsan xwe avêt ser min. Li min dan û destê min li pişt min kelepçe kirin. Ez li gel koma 15 kesan birim Şaxa Polisan a Bozayaka. Doktoran ez 2 caran sewqî nexweşxaneyê kirim. Lê polîsan ez neşandim nexweşxaneyê."