Ji polîsan parastina bi rengekî sosret: Îstixabarata bombeya zindî ji me re nehat

Di çarçoveya lêpirsîna li ser komkujiya Enqereyê de, şefên polîsan ên li pêşberî mufetîşên Wezarta Karên Hundir xwe parastin e, îdîa kirin ku ti îstîxbarat negihaştine ber destê wan.

Tevî hebûna raporên îstîxbaratê yên li ser gengaziya pêkhatina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Enqereyê jî, Alîkarê Midûrê Emniyetê Cemal Dalkiliç, Midûrê Emniyetê yê Bajarê Enqereyê Kadrî Kartal, Midûrê Şaxê Ewlekariyê yê Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê Adem Arslanoglû, di îfadeyên xwe yên ji bo mufetîşên Wezareta Karên Hundir de îdî akirin, ku ti îstîxbarat ji wan re nehatiye dayîn.

Di lêpirsîna îdarî ya wezaretê piştî komkuiyê da destpêkirin de, Dalkiliç, Kartal û Arslanoglû îfade dan.

Dalkiliç di îfafeya xwe de îdîakirin, ku li ser êrîşeke gengaz a bombeyî yan jî çalakiya bombeyê zindî ya li hemberî kombûna li derve ya 10.10.2015'an a li Enqereyê, ji wî re yan jî yekîneyên din ên ewlekariyê yên polîs û jendermeyan, bi rêya nota îstîxbaratê, telefon, e-posta yanî serlêdaneke şexsî negihaştiye ber destê wî.

ÎFADEYA DALKILIÇ DUBARE KIR

Midûrê Emniyetê yê Bajarê Enqereyê Kadrî Kartal jî heman gotinên Dalkiliç dubare kir û wî jî got, li ser êrîşeke gengaz a bombeyî yan jî çalakiya bombeyê zindî ya li hemberî kombûna li derve ya 10.10.2015'an a li Enqereyê, ji wî re yan jî yekîneyên din ên ewlekariyê yên polîs û jendermeyan, bi rêya nota îstîxbaratê, telefon, e-posta yanî serlêdaneke şexsî negihaştiye ber destê wî.

Midûrê Şaxê Ewlekariyê yê Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê Adem Arslanoglû jî îdîa kir ku ti îstîxbarat negihaştiye ber destê wî. Arslanoglû di îfadeya xwe de got, "Têkildarî çalakiyeke terorê ya li hemberî mîtîngê, îstîxbareteke misoger negihaştiye midûriyeta emniyetê."

'PÊŞÎ LI BOMBEYA ZINDÎ NIKARE WERE KIRIN'

Xaleke din a di îfadeya Arslanoglû de balê dikişîne, mijara têkildarî bêbandorkirina bombeya zindî ye. Arslanoglû da xuyakirin, ku tedbîrên emniyetê yê pêşîgirtinê ji bo bombeyên zindî derbas nabin û got, "Bi kurtasî eşkere ye ku êrîşên terorê yên bombeya zindî nikarin bi tedbîrên emniyetê werin astengkirin. Herî dawî di 12'ê Çileya 2016'an de li Stenbolê, tevî ku rîsk û îstîxbarata gengaz hebû jî, nikarî pêşî li êrîşa bombeya zindî ya li Sûltanahmetê were girtin."

DIHAT ZANÎN KU WÊ ÊRÎŞ BÊ KIRIN

Berevajî van gotinên şefên polîsan, îstîxbarata li ser êrîşa DAIŞ'ê ya li Enqereyê gihaştibû ber destê polîsan. Di nivîseke Midûriya Giştî ya Emniyetê roja 14'ê Îlona 2015'an ji Walîtiyên Bajaran re hat şandin de hat gotin, "Agahiyên pêwîstiya xwe bi piştrastkirinê hene gihaştine ber destê me, ku li gorî van agahiyan DAIŞ'ê biryar daye li welatê me çalakiyeke mezin a li qada navneteweyî deng vede pêk bîne û koma ji bo vê çalakiyê hatiye hilbijartin li kampeke li Sûriye/Deyr-ez Zor perwerdeyeke taybet dîne. Çalakiya bê lidarxistin, dikare weke revandina balafir/keştî yan jî li qadên mîtîng/girseyî çend bombeyên zindî xwe biteqînin."

...