Ji polîsan daxuyaniya sosret a li ser El Nûsra
Ji polîsan daxuyaniya sosret a li ser El Nûsra
Ji polîsan daxuyaniya sosret a li ser El Nûsra
Li Amedê piştî ku derket holê zarok ji aliyê çeteyên El Nûsra ve tên birêxistinkirin, malbata Kartal serî li polîsan da, lê bersiveke balkêş wergirt. Polîsan ji malbatê re gotin ku haya wan ji xebatên El Nûsra hene, eger ev rêxistin di "lîsteya terorê" de cih bigirin, ewê hingî karibin dest lê werdin.
Rêxistin El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan şer û komkujiyan dike, li Amedê hewl dide ciwanên Kurd têxe nava xefika xwe. Çeteya El Nûsra bi gotina "Em leşkerên Xwedê ne, Kurdên li Sûriyê kafirin" hewl didin ciwanên Kurd ên dibistanên amadeyî û zanîngehê dixwînin bixapînin û tevlî refên xwe bikin. Polîsên Tirk jî çavê xwe li vî karê çeteyan digirin.
Mehmet Kartal ê li Amedê hewl dide birayê xwe ji nava lepên rêxistinê rizgar bike, anî ziman ku birayê wî di salên dawî de bi rêya înternetê bi hin koman re têkilî daniye û piştî hînbûye bi çeteyên El Nûsra re xwedî têkilî ye, wî serî li polîsan daye.
Kartal da xuyakirin ku polîsan jê re gotine; haya wan ji xebatên El Nûsra hene, eger ev rêxistin di "lîsteya terorê" de cih bigirin, ewê hingî karibin dest lê werdin. Kartal got, "Gelê me baş dizane ku El Nûsra çiqasî xeter e. Hînê li Iraqê û welatên din mirovan dikujin, çalakiyên întiharî dikin. Têgihiştina wan a ji bo ol, bi tenê şer e. Ol terorîze dikin. Em bêrehmiya wan a di êrîşên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê de baş dizanin. Kurdan kafir îlan dikin û êrîş dikin. Vê rêxistina kujer hînê beriya 2 salan Bîrdariya Şehîdan a Helebçê bombebaran kir. Weke Mislimanek û welatiyekî ku li qada sosyolojiya ol lêkolîn kiriye, ez ji çeteyên El Qaîdeyê şermê dikim. Divê em vê rêxistina ku dixwaze xwe li Rojhilata Navîn bicih bike, bi taybetî ji bajarên Kurdan biqewirînin. Têgihiştina ku namûsa Kurdan helal dibîne, li vê axê nikare xwe bicih bike. Divê em firsendê nedin ku ciwanên me bixapînin û bibin mirinê."
Kartal bang li malbatên Kurd jî kir û xwest zarokên xwe ji vê rêxistina kujer biparêzin.