Ji Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk banga Gezî

Ji Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk banga Gezî

Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a ji 19 rêxistin û saziyên penaberan ên li Elmanyayê pêk tê, der heqê êrişa polêsan a li dijî çalakgerên Parqa Gezî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Platformê da xuyakirin, ku polêsan li gel jin, zarok, kal pîr, bi çavsorî û bombeyên gazê êrişî Parqa Gezî kirine û bal kişand ser dema vê êrişê ku heman piştî hevdîtina nûnerên Platforma Piştigiriya Taksîmê ya bi Serokwezîr Tayyîp Erdogan re. 

Platformê bang kir ku êrişa polêsan bi lezgînî bi dawî bibe û hişyarî da ku berpirsyariya her bûyerên piştî vê êrişê rû bidin, ya deshilatdariya siyasî ye. 

Di daxuyaniyê de bang li herkesî hat kirin ku li dijî êrişê deng û berxwedana xwe bilind bikin.