Ji Pirsûsiyan peyama 15’ê Cotmehê
Ji Pirsûsiyan peyama 15’ê Cotmehê
Ji Pirsûsiyan peyama 15’ê Cotmehê
Pirsûsiyan bi armanca ku balê bikişînin ser 15’ê Cotmehê dema ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan der barê berdewama pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk daye de dikan venekirin.
Navçeya Pirsûsa Rihayê ku ji xeta sînor a Kobanê re malovaniyê dike deng da daxuyaniya Ocalan a: “Em ê heta 15’ê Cotmehê bisekinin. Ji heyetên ku tên re em ê daxwazên xwe bînin ziman. Piştre jî tiştekî em bikin tune. “ Ocalan di hevdîtina ku bi birayê Mehmet Ocalan re kir bal kişand ser taktîka xapandinê ya pêvajoya çareseriyê û diyar kiribû ku wê heta 15’ê Cotmehê bisekine û ji wê şûnde tiştekî bê kirin tune.” Gelê Pirsûsê jî bi armanca balê bikişîne ser tespîta Ocalan jiyan da sekinandin û ji bilî firin û nanpêjan tiştek venekiriye.