Ji Partiya Karkeran a Norwecê ji bo Kurdan biryarên girîng

Ji Partiya Karkeran a Norwecê ji bo Kurdan biryarên girîng

Partiya Karkeran a Norwecê ku li welêt desthilat e, di kongreya xwe de sê biryarên girîng ên ku Kurdan ji nêzîk ve eleqeder dikin girt. Di kongreyê de xebatên cûda yên salekê hatin gotûbêjkirin û plansazî hate danîn.

Di kongreyê de pêşniyarên ku “Kurdistan Group”  ya ji endamên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk tên ve hatin rojevê, hatin qebûlkirin û bûn biryar. Di çarçoveya pêşniyarê de ji bo bigihin her çar parçeyên Kurdistanê, li her parçeyekê li bajarekî konsolosxane bên vekirin  û partiya Karker bi awayeke çalak li Kurdistanê bi partiyên siyasî û tevgerên jinan re bikeve têkiliyê. Her wiha, ji bo komkujiya Helepçeyê jî pêşniyar hatin kirin û rapor hatin amadekirin. Di çarçoveya kongreya Partiya Karker de ev pêşniyar hatin kirin û ketin nava plansaziya partiyê ya salane û ev biryar hatin girtin:

 “-Bila Partiya Karker a Norvecê li bajarên navendî yên erdnîgariya Kurdan konsolosxane vebike. Konsolosxaneyên DYA, Franse, Macarîstan, Îngilîstan, Îtalya û welatên din hene. Norwec jî dikare vebike.

-Bila Partiya Karker a Norwecê li Bakûr û Başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe bi partiyên demokrat û tevgerên jinan re xurt bike û bi wan re tevbigere.

-Partiya Karker a Norwecê divê komkujiya Helepçeyê ya ku têde çekên kîmyewî hatin bikaranîn û di encamê de 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dan li Parlementoya Norwecê weke qirkirin bide qebûlkirin ji bo NY jî biryareke wiha bigire hewl bide.

Ji damezrênerên Kurdistan Group Roja Darian ku ji Rojhilatê Kurdistnaê bersiv da pirsên me û got: “Ev rapor û birayên ku hatin girtin ji bo Kurdistan Group a ku ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistnaê pêk tê serkeftinek e. Mixabin ji ber şert û mercên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê xebatên me yên ji bo van her du beşan kêm in; lê di dema nû de bi taybet jî ji bo Rojavayê Kurdistanê dê xebatên me hebin. Em di navbera PYD û Partiya Karkeran de hevdîtin bidin destpêkirin û civînan pêk bînin.”