Ji Partiya Çep a Alman biryarek cihêreng!

Ji Partiya Çep a Alman biryarek cihêreng!

Li Eyaleta Saksonya Jêrîn a Almanyayê ku nêzî 100 hezar Kurdên koçber lê dijî, hilbijartin heye. Di hilbijartina vê carê de siyasetmedarên Kurd Gulten Kelloglu di lîsteya Partiya Çepgir, di rêza sêyemîn de, Yilmaz Kaba jî namzedê yekser ê bajarê Celleyê. Derket holê ku 11 parlamenterên Partiya Çepgir ku di sala 2008'an de hatibûn hilbijartin, zêdehiya meaşên xwe ku heta niha tevahî 70 hezar Euro dike, dane saziyên alîkariyê.

Ber bi dawiya salê ve, dê li Almanyayê hilbijartinên federalî çêbibin. Hilbjirtina ku 20'ê Çileyê li Eyaleta Saksonya Jêrîn (Niedersachsen) dê ji niha ve nîşana encamên hilbijartinên giştî be. Li vê eyaletê di sala 2008'an partiya Serokwezîra Almanyayê Merkel CDU serkeftinek mezin bi dest xistibû û ji sedî 42 deng wergirtibû. SPD ji sedî 30, FDP û Partiya Keskan ji sedî 8 û Partiya Çep (Die Linke) jî ji sedî 7 deng qezenç kiribûn.

Hilbjartina vê carê ji bo Kurdan jî gelek girîng e. Ji ber ku nêzî 100 hezar koçberên Kurd li vê eyaletê dijîn û tê texminkirin ku 60 hezarên wan hemwelatiyê Alman in, ango ew jî dikarin di hilbijartinê de dengê xwe bidin. Herwiha namzedên Kurd Gulten Kelloglu û Yilmaz Kaba jî wê ji lîsteya Partiya Çep, têkevin pêşbirka hilbijartinê.

Eger Partiya Çep ji sedî 5 a rêjeya hilbijartinê bibore, îhtimalekî mezin Kelloglu dê têkeve meclîsê. Ji ber ku ew di lîsteya namzedên Partiya Çep de di rêza sêyemîn de cih digre. Yilmaz Kaba jî namzedê yekser ên bajarên Celle, Hambuhren û Wietzeyê ye. Li van bajaran jî hejmarekî zêde Êzidî lê dijin. Kelloglu û Kaba ku ev çend hefte ne di nava Kurdan xebatên xwe dimeşînin vê bangê li hilbijêrên Kurd dikin; "Xwedî li dengê xwe derkevin û roja hilbijartên miheqeq dengê xwe bi kar bînin."

PARLAMENTERÊN ÇEP JI MEAŞÊN XWE 70 HEZAR EURO DAN

Berî hilbijartina 20'ê çileyê di derbarê parlementerên Partiya Çep de agahiyekî balkêş derket holê. Di sala 2008'an de dema ew hatibûn hilbajartin, dihat nîqaşkirin ku meaşê parlamenteran were zêdekirin. Tevî Partiya Çep li dij derket jî, meaşê parlementeran 600 Euro zêde bû. Lê belê wan di van 5 salan de vê zammê newergirtin û dan saziyên alikariyê.

Seroka Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Saksonya Jêrîn Kreszentia Flauger diyar kir ku wan di 5 salan de ji meaşên xwe 70 hezar Euro dane projeyên zarok, jin û yên civakî. Parlamentera Çepgir Flauger wiha axivî: "Me nedixwest ku meaşê me zêde bibe. Lê belê di encamê de me ev pereyê ku baca hemwelatiyên hatiye brhevkirin, da ji bo projeyên mirovî û civakî."