Ji Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê daxuyaniya li ser Newrozê

Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê peyamek weşand û li ser navê gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî Newroz pîroz kir.

Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê peyamek weşand û li ser navê gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî Newroz pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê roja watedar a Newrozê de, em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê leheng, artêşa gerîla ya garantiya azadiyê ye, bi rêzdarî silav dikin û cejna Newrozê li we pîroz dikin. Di şexsê Pakîze Nayir û Mehmet Tûnç de hemû şehîdên şoreşê yên gelê Kurd û hemû gel bi fedekariya xwe re gihandine roja Îro, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi têkoşîna PKK'ê û Mazlûm Dogan re Newroz li qada Rojhilata Navîn veguherî çirûskekî demokrasî, wekhevî, azadî û meşa jiyana bi rûmet."

Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê, sembolê berxwedanê Mazlûm Dogan bibîr anî û got, "Di encama têkoşîna bênavber a 40 salan a PKK'ê de, formula demokratîk a gelan a li Rojava hat afirandin, bi alternatîfa demokratîk a sêyemîn a li Tirkyeyê re, li dijî zîhniyeta faşîst a Îslamiya AP'ê, fanatîk, mezhebperestî û yek neteweyî ku berhema polîtîkayên kapîtalîst e, yekane rêya çareseriyê ya gelan hatiye destnîşankirin. Dewleta Tirk, Erdogan ê faşîst û hikûmeta AKP'ê yên ev çareseriya demokratîk qebûl nekirin û ji aliyê bîrdoziyê ve têk çûn, ji Hezîrana 2015'an û vir ve bi zîhniyeta Qirkirin/Seyfo ay 1915'an re li Sûr, Şirnex, Cizîr, Kerboran, Silopiya, Nisêbîn, Farqîn û Geverê êrîşî gelê Kurd dikin. Ev zîhniyeta qirkirinê rastiya dewleta Tirk e. Em vê zîhniyeta qirkirinê lenet û şermezar dikin. Dijderketina li zîhniyeteke bi vî rengî ya qirkirinê, israra di rûmeta mirovahiyê de ye. Em, xwerêveberiyên ku vîna azad a gelê Kurd ê welatparêz tesmîl dike, hêzên YPS û YPS Jin silav dikin û destekê didin wan."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ermenî û Rûm ên di sala 1915'an de hatin qirkirin, ji bo gelê Kurd heman êşê nejî, em bi gelê Kurd re ne û bang li her kesên meyla xwe ji demokrasiyê re heye dikin, ku li dijî dewleta Tirk bisekinin. Serketina gelê Kurd a li hemberî zîhniyeta qirkirinê, pêşeroja azad a gelan e." Di dawiya daxuyaniyê de cejna Newrozê careke din hat pîrozkirin û hat destnîşankirin ku serketin wê ya berxwedêran be.