Ji parlementerê Danîmarkayî ji bo azadiya parlementerê ‘HDP’ ê çalakî

Serokê partiyên çep û wezîrên kevin jî di nav wan de gelek endamê Parlementoya Danîmarkayê ji bo parlementerên HDP’ê yên girtî, piştgirî bikin û banga hestyariyê çalakiyek lidar xistin.

Li ber parlementoyê, gelek endamên perlementerê Tifaqa Çep-Kesk (Enhedslîsten), Partiya Gelên Sosyalîst(SF) û Partiya Alternatîf(Alternatîvet) ji bo parlementerên HDP’ê yên girtî ,çalakiyek lidar xistin.

Parlementerên Danîmarkayê, wêneyên Hevserokan jî di nav de wêneyên hemû parlementerên HDP’ê, dovîzên ‘Free HDP Now (Ji HDP’ê re azadî-naha) vekirin.

Di daxuyaniya parlementerê Danîmarkayê de, bal kişandin ew ê ti car dîlgirtina parlementerên HDP’ê qebûl nekin û binî xet kirin ku ev çalakiya wan ji bo piştgiriyê ye.

Di nav parlementerên ku piştgiriyê didan HDP’ê, berdevkê Enhedslîsten ê Pernîlle Skîpper, berdevkê Karê Derve yê Partiyê Nîkolay Vîllumsen, serokê SF ê Pîa Olsen Dyhr, Wezîrê Karê Dervê yê kevin Holger K. Nîelsen û serokê Partiya Alternatîf Uffe Elbaek hebûn.